Çalakvana Efganî: Em li gel jinên Kurd in

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Efganistanê Latîfah Ahmadî, suîqesta Firyal Silêman Xalid bi bîr xist û wiha got: “Nêzî nîv sedsal e gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe û tê çewisandin lê tu zext nekare meşaleya azadiya wan vemirîne.”

BAHARAN LEHÎB

Kabûl- Şoreşgera Kurd Feryal Silêman di 18’yê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrişeke çekdarî ya îstîxbarata Tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî qetilkirina Feryal Silêman Xalid ji aliyê gelek sazî û tevgerên jinan bertek hat nişandan. Hêrsa jinan hîn jî li hemberê vê qetilkirinê berdewam dike.

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Efganistanê Latîfah Ahmedî, derbarê jina tekoşer a Kurd Feryal Silêman Xalid peyamek şand.

Latîfah Ahmedî wiha got: “Rejîmên dîktator ên weke Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê her roj şervanên Kurd qetil dikin û wan bi kiryarên xwe yên terorê asteng dikin.”

‘Nêzî nîv sedsal e gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe’

Latîfah Ahmedî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Tevî cînayet û suîqestên bi hedef û zincîr jî gelê Kurdistanê dev ji têkoşînê berneda, her roj bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê didomîne. Nêzî nîv sedsalê gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe û tên çewisandin. Lê tu zextan jî nekarin meşaleya azadiya wan vemirînin.”

‘Em heyranê têkoşîna jinên Kurd in’

Latîfah Ahmedî, li ser navê jinên Efganistanê diyar kir ku bi jinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne û wiha got: “Em jinên Afganistanê heman çarenûsê dijîn û heyranê têkoşîna jinên Kurd in. Li dijî jinên Kurd zilm û zordestî heye. Em hevgirtinê radigihînin û diyar dikin li kêlaka wan in. Ez bawer dikim ku wê rojek Kurdistan azad be û yekitî çêbibe, pergalên zilmê hilweşin.”

Latîfah Ahmedî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila tevgera rizgariya Kurdistanê bi ser bikeve! Bila rejîm û serwerên li Efganistan, Îran, Tirkiye, Sûriye û deverên din ên cîhanê tune bibin!”