Di hilbijartinên Tûnisê de li dijî astengdaran gelek binpêkirin hatin tesbîtkirin

Di hilbijartinên meclisên xwecihî yên Tûnisê de li dijî ferdên astengdar gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Sekretera Giştî ya Rêxistina Parastina Mafên Astengdaran a Tûnisê Bourawiya Al-Aqrabî, diyar kir ku ji bo astengdaran mercên guncaw tune bûne.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Li gorî Otorîteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Tûnisê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinên meclisên xwecihî, ji sedî 10'ê hejmara hilbijêran derbas nake.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Parastina Mafên Astengdaran a Tûnisê Bourawiya Al-Aqrabî, der barê encamên hilbijartinên xwecihî de axivî û diyar kir ku rêxistinê di hilbijartinan de bi 197 çavdêrên xwecihî yên erkdar bike, rêbaza çavdêriya mobîl dipejirand.

‘Ji bo astengdaran amadekariyek nehat kirin’

Bourawiya Al-Aqrabî, destnîşan kir ku peyariyên navendên hilbijartinê, ji bo mirovên astengdar ne guncaw in û wiha got: “Bi taybetî ji bo mirovên çavên wan nabînin û astengdarên tevgerê amadekariyek nehat kirin. Me di asta binesaziyê de jî binpêkirin tesbît kir, ji sedî 68’ê navendan ji bo ferdên xwedî pêdiviyên taybet lewheyên îşaretê tune bûn. Li gelek navendên hilbijartinê astengiyên weke çop û keviran hebûn. Ji sedî 4’ê sindoqan li qatên jor dihatin bicihkirin. Deriyên diçin sindoqên ku li şanoya amfî hatibûn danîn jî ji bo kesên kursiyên bi teker dibûn astengî û ew kes bi alîkariyan çûn ser sindoqan.”

Kesên ku çavên wan nabînin jî zoriyê dikşînin

Bourawiya Al-Aqrabî da zanîn ku li navendan tabeleya ku riya diçe ser sindoqan nîşan bide nîn e, destnîşan kir ku ji ber zimanê îşaretê tune ye, kesên ku astengdarên bihîstinê ne di têkiliyan de zehmetiyan dikşînin. Bourawiya Al-Aqrabî bi bîr xist ku li navendên dengdanê ji ber panoyên alfabeya Braille tê de nivîsîne nîn e û astengdarên dîtinê jî zoriyan dikşîınin.

Bourawiya Al-Aqrabî ji bo kesên astengdar ev peyam da: “Kêrhatiyên xwe îsbat bikin û bi hemû astengiyên ku li pêşiya we derdikevin re hevrû bibin. Ya herî girîng înşakirina pêşerojek baş û avakirina jiyanê ye. Ji bo xwe tişta herî baş bixwazin û berdewam bikin.”