Li Efrînê zarokek hat qetilkirin

Zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Mamo yê ku li Efrîna Cindirêsê dijî hat qetilkirin. Malbata wî bang li welatiyan kir ku îro li ber navenda çeteyên Asayîşa Sivîl xwepêşandanê bikin.

Navenda Nûçeyan- Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin her roj binpêkirinên mafan pêk tên. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, kesê bi navê Yamîn Ehmed Îbrahîm ku bi eslê xwe ji Idlibê ye û li Efrînê dijî, zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kir û avêt bîreke li ser rêya gundê Til Silorê.

Li gorî zanyariyan, Yamîn Îbrahîm di nanpêjxaneya bavê zarokê ku kuştiye de kar dike.

Her wiha malbata zarokê li Cindirêsê îro saet di 09:00 de bang li welatiyan kir ku li ber navenda çeteyên Asayîşa Sivîl a Efrînê çalakiyan lidar bixin. Malbata zarokê diyar kir ku heta kujer radestî wan neyê kirin û ceza neyê dayîn ew ê zarokê xwe defin nekin.

Her wiha bang li gelê Efrînê kir ku piştgiriyê bidin xwepêşandan, daxwazên wan û dawî li binpêkirinên li dijî wan bînin.