‘Em ê fikrê azadiyê bi hemû jinan bidin nasîn’

Rêvebera asayîşa Holê Rûken Îsa da zanîn ku bi riya perwerdeyê jin dikevin ferqa xwe û got ku bi şoreşa Rojava re bûye xwedî îrade û daxwaza azadiyê her çûye pê re bi pêş ketiye, perwerde û rêxistinkirin bûye hedefa wê ya yekem.

ZINARÎN TOLHILDAN

Hesekê - Şoreşa Rojava ya ku weke şoreşa jinan hatiye pênasekirin; di hemû warên jiyanê de cih daye keda jinan. Jinên ku bi şoreşê re çavên xwe vekirine bê hesab ked didin. Rûken Îsa jî yek ji wan jinan e bêyî ku tu astengiyan nas bike li gel ku zarokên wê jî hene, bi şev û roj li ser peywirê ye û bi hezkirin ked dide. Rêvebera asayîşa Holê Rûken Îsa têkildarî xebatên xwe yên ji destpêka şoreşê ve heya niha û bi taybetî jî girîngiya xebata xwe ya asayîşa navçeya Holê ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.   

‘Bi şoreşê re min îradeya xwe nas kir’

Rûken Îsa ya ku ji destpêka şoreşê ve di nava xebatê de cih girtiye di axaftina xwe de ev tişt anî ziman; “Di despêka avabûna şoreşa Rojava de ji ber çekên me tunebûn, ji ber bêderfertiyan me nobet bi daran digirt. Tevî bêderfetî û astengiyan jî me ewlehiya kolanên xwe bi xwe digirt.” Rûken Îsa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Bi şoreşa Rojava re min îradeya xwe nas kir û daxwaza azadiyê her çû bi min re bi pêş ket. Ji ber vê perwerde û rêxistinkirin bû hedefa min a yekem. Li ser vî esasî di sala 2014’an de bi fermî tevli hêzên ewlehiya bûm û di gelek perwerdeyan re derbas bûm. Di dawiyê de weke rêveberiya asayîşa Holê hatim erkdarkirin.”

‘Jin bi hev re bi hêz in’

Rûken Îsa di berdewamiya axaftina xwe de got; “Her dem daxwaza min ew e ku fikra azad bi hemû jinan bidim nasîn. Ji ber ku tenê xilasiya me bi fikrên azad e. Bêguman gelek jinên ku hê jî di bin zextên kevneşopiyê de zehmetiyan dikşînin hene. Lewma xwe li hemberî rewşa herêmê û bi taybetî ya jinan berpirsyar dibînim.”

‘YPJ ji bo rizgariya jinan şer dike’

Rûken bal kişand ser operasyona ewlehî û mirovî ya di meha Çileyê de hat lidarxistin û wiha domand; “Di operasyona dawî de gelek çek û çebilxane hatin girtin. Em weke hêza ewlehiyê her dem bi rêveberiya kampa Holê re di têkiliyan de bûn. Ji bo destekdayînê jî di bajar de me ewlehiya xwe xurt kiribû. Jinên Êzidî yên ku bi destên YPJ’ê tên rêzgarkirin ji bo me şanazî ne. Ev yek careke din nîşan da ku YPJ ji bo xelasiya jinan şer dike û di berdêla wê de bi canbexşane tevdigere.”