Hesabê JINNEWS'ê yê Kurdî hat girtin

Platforma medyaya dîjîtal X, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hesabê X'ê yê JINNEWS'ê yê kurdî girt.

Navenda Nûçeyan – Platforma medyaya dîjîtal X, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hesabê X'ê yê JINNEWS'ê yê kurdî “@AjansaJinnews” girt. Di 17'ê Sibatê de jî hesab hatibû astengkirin û hesabekî nû hatibû vekirin. Îro bi sansurê dîsa gihaştina hesab hat astengkirin. 

Di platformên dîjîtal de sansura sîstematîk 

Sansura li ser ajansa JINNEWS’ê tenê bi platforma X'ê ne sînordar e. Hesabê JINNEWS’ê yê instagramê jî berê gelek caran bêyî hincet bê nîşandan hatiye girtin.