Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê de bi hezaran jin hatin cem hev

Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê bi tevlîbûna hezaran jinan de, peyama "Em di jiyana azad de israr dikin" hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtîngek hat lidarxistin. Jin li avahiyên Partiya DEM'ê li hev civiyan û heta qada mîtîngê ji du aliyan ve meşiyan. Di meşê de jinên ku cilên gelerî li xwe kiribûn bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Li qada mîtîngê dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Azadî deynê yên ku mane ji yên çûne re ye" û pankarta "Hûn ê me qir bikin! Xwelî li sere we be" hate vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Wêneyên rengîn ên jinan derketin holê.

Bal kişand ser tecrîdê

Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a DEM’ê Neslîhan Şedal di axaftina xwe de diyar kir ku jin li dijî tundiya mêr û dewletê têdikoşin û got: “Îro jin û dayikên me ji bo şikandina tecrîdê têkoşîneke mezin didin. Heta ku birêz Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe û pirsgirêka Kurd çareser bibe wê têkoşîna jinên Kurd bidome. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.” Neslihan Şedal işaret bi hilbijartinan kir û got:“Em ê bersiva herî baş bidin qeyûman. Em ê bibêjin ‘Ev bajar ên me ne û hûn ê derkevin’.

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Gulşen Kurt di axaftina xwe de got: "Bi kûrkirina tecrîda li ser birêz Ocalan dixwazin vî gelî bê nefes bihêlin. Em ji hemû jinên ku bi neheqî û bêhiqûqî di zindanan de tên girtin, bi hezaran silavan dişînin. Yên ku herî zêde rastî neheqî û bêhiqûqiyê tên, jin in. Her roj jin li kolanan tên qetilkirin, yên ku qetil dikin berdêla wan bê ceza tê dayîn. Em ê ti carî dest ji jiyana xwe ya azad bernedin. Em di jiyana azad de israr dikin. Heta jin azad nebin kes nikare azad bibe."

 'Em ê ji 14'an 14'an çêbikin'

Parlamentera Partiya DEM'ê ya Wanê Pervîn Buldan jî got: "Em jin bi salane ji bo hebûna xwe têdikoşin. Me berdêlên hemû destkeftiyên xwe dan. Niha jî bêyî ku berdêl bidin em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Em hatin qetilkirin, hatin qetilkirin, ji nedîtî ve hatin dîtin. keda me hat paşguhkirin, Lê ew ê biçin, hêza jinan dê wan bişîne. Li pêşiya me hilbijartina 31’ê Adarê heye. Li hemberî kesên ku vîna me nayê qebûlkirin em ê, ji 14'an bikin 14 qayuman bişînin Enqereyê .Hevserokên me ji bo xizmeta we li wir in. Em ne tenê ji bo meqam û meqam, bi wergirtina dengê herî bilind ê Wanê dixwazin careke din mohra xwe li dîrokê bihêlin. Silav li hemû jinên berxwedêr û yên ku dibêjin ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’.

'Em jin dîroka azadiyê dinivîsin'

Herî dawî di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku ew bi pergaleke ku dixwazin jinan mehkûmî pergala koletiyê bikin re rû bi rû ne û got: “Em jin li dijî vê yekê dîroka azadiyê dinivîsin. Sîstema ku jinan li Rojava afirand, pergala azadiya jinê teşwîq kir û hemû pergal serûbin kir. Em hene, hebûn, li dijî vê pergala ku li ser me hatiye ferzkirin em ê hebin. Silav li rêhevalên me yên jin ên ku pêşengiya me dikin. Ya ku ev sîstem herî zêde jê ditirse rastiya jinê ye. Ti hêzê nekarî û dê nikaribe. Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Navê vê hikûmetê li  Kurdistanê qetikirina jinan e.

'Çareserî di destê Birêz Ocalan de ye'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser rojeva hilbijartinên herêmî û wiha berdevam kir: “Em jin dê bersiva herî tund bidin desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li dijî jinê û li dijî Kurdan tê meşandin. Di dema desthilatdariya wan de 7 hezar jin hatin qetilkirin. Di hilbijartinan de mijara ku herî zêde hat nîqaşkirin pergala hevserokatiyê bû. Jinên li girtîgehan bersiva herî baş didin ku jin çawa dikarin siyasetê bikin. Em ê  ev têkoşîn girtine dest, em ê rê nedin siyaseta mêr û pergala ku me paşguh dike. Di hilbijartinên herêmî de ti partî nekarî bigihêje tevlêbûn û siyaseta me.

Mîtîng piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, hunermend Nuray Balik û Feryal Oner derketin ser dikê bi dawî bû.