Şoreşa jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê: Jin destkeftiyên xwe diparêzin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan birêxistin kirin û di 12 salan de bûn xwedî destkeftiyên cuda. Jinan şoreşa xwe spartin felsefeya jin, jiyan, azadî, qanûnên jinan, pergala hevserokatiyê û rêxistinbûna xwe ya xweser misoger kirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Pergal û hişmendiya mêr-dewletê 5 hezar sal in li dijî jinan dixebite wan ji cewherê wan derxistiye û veguherandiye amûreke bicihanîna berjewendiyên modernîteya kapîtalîst. Li ser beden, jiyan û çarenûsa xwe jinan nikarin biryar bigrin, jinên ku li dijî vê hişmendiyê jî derkevin ji aliyê civakê ve tên teşhîrkirin ango qetilkirin. Tevî têkoşîn û serhildanên jinan ên di tevahiya dîrokê de, ev rastî heta niha jî xwe dide der.

Li hemberî hemû zext, tundî û koletiya ku jin pê re rû bi rû ne, di vê sedsalê de mirov dikare teqez bike ku çavên jinan êdî vebûne û ji her milî ve hewldan hene ku xwe ji qeydên kevneşop ên pergala mêr-dewlet rizgar bikin. Ev hewldan û têkoşîn ji her derê zêdetir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xuya dike. Jinên ku pêşengiya şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin û dikaribûn li dijî pergala dewletê û hişmendiya civakê serî hildin, ji bo jinên cîhanî jî riya ber bi azadiyê ronî kirin. Jinên Kurd, Ereb, Êzidî, Asûr, Çerkez û Turkmen ji têkoşînê zêdetir, dikaribûn bibin xwedî destkeftiyên dîrokî. Jinan plan kirin, xwe birêxistin kirin, têkoşiyan û weke volkanê teqiyan. Ev teqîna bîrdozî di roja îro de di gelek aliyên jiyanê de xwe dide ku mirov ji dûr û nêzik ve dibîne.

Ji destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jiyandina bîrdoziya jin, jiyan, azadî ye. Ev felsefeya ku herî zêde niha di rojeva jinan de ye, beriya niha bi 12 salan bû bingeha bîrdoziya birêketin, bawerî û îsrara jinan. Jinên ku xwe spartin vê baweriyê di pêkanîna yekemîn pergala rêvebirin û nûnertiya wekhev de bûn pêşeng. Modela hevserokatiyê ku ji sala 2014’an ve di pratîkê de ye, ji bo jinan deriyê diyarkirina çarenûsa xwe û civakê vekir. Jin bi riya pêkanîna rêbaza hevserokatiyê pêşengiya avakirina civakeke demokratîk, azad û ekeolojîk dikin. Ji bo parastin û bidestxistina mafên jinan ên beşdarbûna di nava qadên têkoşînê de, jinan qanûnên fermî derxistin û dan pejirandin. Her wiha ji bo ku bikaribin berhem û fikrên xwe yên serbixwe û bê bandora zilaman bi pêş bixin, di warên zanistî, siyasî, xweparastin, dîblomasî, hiqûqî, perwerde, çapemenî, çandî, hunerî û hwd. rêxistinbûna xwe ya xweser ava kirin.

Ev destkeftiyên ku me rêz kirin ji bo jinên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dibin palpişt û çareseriya rizgariya jinan û mirovahiyê. Jinên ku bi şev û roj ked dan, ji bo parastina destkeftiyên xwe her dem di nava têkoşînê de bûn û heta canê xwe jî kirin mertal. Pergala mêr-dewletê li hemberî van destkeftiyên jinan ku dê bibin bingeha tunekirina modernîteya kapîtalîst, bênavber êrîş dike û hewl dide tune bike.

Têkoşîna jinan xwedî bingeheke dîrokî ye’

Berdevka koordînasyona Kongreya Star a kantona Firatê Zozan Bekir bal kişand ser têkoşîna jinan a xwe dispêre bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ger ku îro jin dikarin di tevahî qadên jiyanê de xwe weke hebûn û vîn misoger bikin, ev yek xwe dispêre têkoşîna jinan a di dirêjahiya dîrokê de. Çawa ku desthilatdariyê heta roja îro xwe daye jiyîn, li hemberî vê yekê jî têkoşîna jinan xwe daye der ku tu caran serî li ber koletiyê netewandin. Jinan ev têkoşîn qonax bi qonax radestî nifşên nû kirin. Ev rastî di roja îro de xwe di kesayeta jinên Kurd ya di bin sîwana bîrdoziya Rêber Apo de dide der. Rêber Apo sosyeolojiya civakê analîz û lêkolîn kir, bi taybetî jî pêvajoyên ku jinan jiyane bi rengekî baş nirxand û li gorî wê çareserî jî pêşkêş kirin. Ev çareserî di çarçoveya bîrdoziya jin, jiyan, azadî de derket ku serok Apo derbasî kîjan qadê bû, ev felsefe bi cih kir. Jinan bi vê zanebûn û bîrdoziyê têkoşîna xwe birêxistin kirin ku em niha dibînin hemû jin li derdora bîrdoziya jin, jiyan, azadî kom dibin.”

‘Felsefeya jin jiyan azadî bingeha şoreşa me ye’

Zozan Bekir bîrdoziya jin, jiyan, azadî pênase kir û diyar kir ku ew vê felsefeyê di şoreşa xwe de bingeh digrin û wiha domand: “Rêber Apo ji bo jinan bîrdoziya jin, jiyan, azadî hilbijart ku em têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de bimeşînin. Ev felsefe gelek kûr û bi wate ye dê bi jinan re jiyana azad were afirandin. Heta ku jin kole bin dê tu caran azadiya civakê pêk neyê. Koletiya jinan bi xwe re koletiya malbat, civak û xwezayê jî tîne, heta mirov dikare bêje bi xwe re koletiya hemû tiştên ku civak pê dijî tîne. Ger ku îro di asta gerdûnê de pirsgirêkên cur be cur tên jiyîn, ev yek jî xwe dispêre desthilatdarî û hişmendiya zilam. Ev yek jî nirxandinên Rêber Apo teqez dikin ku jin di xwezaya xwe de xwedî edalet, wijdan û rehm e. Ji bo vê Rêber Apo ev bîrdozî pêşkêş kir, ji ber dizane ku jin dijminatiyê bi xweza û gerdûnê re nakin her wiha jin dikarin pêşengiya parastin û sererastkirina civak û dîrokê bikin. Lewre em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên wê, şoreşa xwe dispêrin felsefeya jin, jiyan, azadî ku em dubare dibêjin a niha ji çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derketiye. Em jî bi wesîleya Roja Jinên Kedkarên  Cîhanî, teqez dikin ku em ê vê felsfeyê mezintir bikin heta ku weke bîrdoziyeke sereke ya têkoşîna jinan were misogerkirin.”

‘Têkoşîna jinên ji bo azadiyê hatin qetilkirin berdewam dike’

Rêveberiya Mala Jin a kantona Firatê Semîra Mihemed Elî destnîşan kir ku destkeftiyên jinan ên di roja îro de tacîdarkirina têkoşîna hevbeş a jinan e û got: “Çawa ku pejirandina roja 8’ê Adarê bi serokatiya jinan pêk hat, em îro heman têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin. Me jinan rola xwe di nava şoreşa neteweyî de lîst. Her wiha me ji bo xweseriya xwe jî şoreşeke cuda pêk anî. Bêguman ev şoreş berhemê têkoşîna bi hezaran jinan e ku îro di her warî de şîn dibin. A niha jin di warên siyasî, diblomasî, civakî, hunerî, perwerde, hiqûqî û leşkerî de dixebite û bedel jî dide. Her wiha jin xwedî hêzeke wisa ne ku dikarin biryaran bigrin, jinan perwerde bikin kadroyên demê ne û li pergala heyî bandorê dikin. Jixwe em niha vê qonaxê dijîn û ji aliyê her kesê ve tê dîtin jî. Mirov dikare mînaka vê yekê di berxwedana Kobanê de bide nîşandan. Çawa ku jinan li hemberî hişmendiya dîktator şer kirin û di encamê de 129 jin hatin şewitandin, di Kobanê de şervanên YPJ’ê li hemberî heman hişmendî û xîlafetê şer kirin û bi ser ketin. Lewre têkoşîna ku YPJ’ê raber kir, berdewamiya berxwedana wan jinan e.”

‘Me xwe di her warî de birêxistin kir’

Semîra Mihemed Elî behsa rêxistinbûna jinan a serbixwe kir û got: “Bêguman jinan di nava vê şoreşê de gelek destkeftiyên girîng misoger kir. Îro jin di asta meclisên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêve dibin, hevseroktiyê dikin. Ger em werin warê xweser jî em ê bibînin ku Meclisa Edaleta Jin heye. Her wiha di qada ku herî zêde zilam tê de serwer e, niha jî xwedî aboriyeke serbixwe ye. Di warê perwerdeyê de jin xebatên akademiyan didin meşandin, li aliyekî din xwedî saziyên çand û hunerên xweser in. Mirov dikare van xalan weke cewher û hebûn jî destkeftiyên pir mezin binirxîne. Ev yek bi xwe re 8’ê Adarê jî watedartir dike. Lewre me jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû rojên xwe veguherandin 8’ê Adarê ku em bikaribin şoreşa jinan û destkeftiyên wê di warê pratîkî de pêk bînin û naveroka wê dagirin.”

‘Qanûnên jinan rê li ber sûcên li hemberî jinan digrin’

Seroka Desteya Jin a kantona Firatê Cîhan Derwîş bilêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 qanûnên jinan hene ku weke destkeftiyeke sereke tên nirxandin û got: “Di pergala rejîma Baasê de hinek zagonên ku qaşo yên jinan in hebûn lê di rastiya xwe de ziyanê didan jinan û xizmeta desthilatdariya rejîmê dikirin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku li şûna pergala netew-dewletê, pergala neteweya demokratîk hat pêkanîn rewşa jinan di warê qanûnî de jî hat guhertin. Di 2014’an de ji bo parastina mafên jinan, zagonên jinan derketin û hatin pejirandin jî. Ji bo ev zagon li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn, di 2021’ê de navê wê bû zagonên malbatê. Beriya ev zagon derkevin, jin di encama hişmendiya paşverû ya civakê de rû bi rûyê tundiyên dijwar hatin. Keçik bê vîna xwe û di temenek biçûk de dihatin zewicandin. Li aliyekî din malbatan keçikên xwe ji ber deynan ango ji bo rawestandina şeran didan her wiha mijara berdêliyê û pirzeweciyê jî xwe dida der. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên bingehîn ên civakê, me qanûnên jinan derxistin ku di bendên xwe de van rewşan qedexe dikin û mafê jinan dipejirînin. Ji bo vê îro jin bi rengekî rehet dikarin behsa mafên xwe yên di mîras, wekheviya di navbera jin û mêr de bikin û di nava lêgerînên azadiyê de bin.”

‘Em ê bi hevserokatiyê pêşengiya sererasetkirina hevsengiya civakî bikin’

Cîhan Derwîş bal kişand ser pergala hevserokatiyê û da zanîn ku dê jin bi hevserokatiyê re hevsengiya xwe ava bikin û got: “Pirsgirêkên me yên civakî xwe dispêrin pergala yekalî ya mêr-dewletê ku bi salan xwe li ser civakê daye meşandin. Ji astên herî bilind ber bi malbatê ve vîn, nêrîn û biryara zilaman derbasdar e, bi wateyeke din ji hucreyên herî biçûk ber bi yên mezin ên civakê ve zilam serwer in. Vê mijarê hevsengiya di nava jiyanê de têk bir ku di encamê de em aloziyên ewqas mezin dijîn. Bi derketina bîrdoziya Rêber Apo û pergala neteweya demokratîk, em dikarin bibêjin ku ew hevsengiya ku hatiye tunekirin ji nû ve zindî dibe. Ev yek jî bi modela hevserokatiyê pêk tê ku niha di asta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl de hatiye rûniştandin. Vê modelê pêşiya jinan vekir ku di her warî de bibin xwedî nêrîn, biryar û hêzeke bi bandor. Bi rengekî xwezayî bi hevsengiya ku tê avakirin em careke din dikarin civaka demokratîk û polîtîk ava bikin.”