Li Efganistanê jin li hemberî qedexeyan bi projeyên nû li ber xwe didin

Jinên li Efganistanê li hemberî zextên Talîbanê bi projeyên nû li ber xwe didin. Kursa ku ji aliyê weqfa Berbangê ve hatiye vekirin 80 jin jê mezûn bûn. Sahar Rahmî ya ku di kursê de şagird e got: “Li pişt her tarîtiyê ronahî heye.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Talîbana ku rêveberiya welat desteser kiriye li ser civak û jinan gelek binpêkirinan pêk tîne. Jinên Efgan ên ku jiyana kar û perwerdeyê winda kirin, hewl didin di civakê de bi şeklekî cuda hebûna xwe biparêzin. Weqfa Berbangê ji bo zarokên keç ên ku ji perwerdeyê hatin dûrxistin kursên pîşeyî vekir û di kursê de 80 şagird mezûn kir

‘Divê jin rabin ser piyan’

Stara Alizadeh a ku tevli kursê bûye got: “Ez ji beşa terzîtiyê mezûn bûm. Nêzî 6 meh di vê beşê de ez perwerde dibînim û ez dixwazim ji niha û pê ve bibim terziyekî baş. Beriya rêveberiya Talîbanê ez ji dibistanê mezûn bûm. Min biryar da ku ez biçim zanîngeh û kursan lê bi fermana Talîbanê deriyê her kesê li me hat girtin, ji ber vê yekê ez riyeke din fikirîm. Ev peyam ne tenê peyama min e, peyama hemû jinên Efganistanê ye; keç û jin divê rabin ser piyan û destûr nedin ku perwerdeya wan nîvî bimine.”

‘Talîbanê jinan di malê de heps kir’

Şagirt Sahar Rahîmî jî wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Ez di vê saziyê de di beşa perwerdeyê de xebitîm û fêrî hunerên destan jî bûm. Ez bi rehetî dikarim bibêjim ku ev atolye ji bo alîkariya jinên din ên ku zehmetiyên wan ên aborî hene hatiye damezrandin. Dema Talîbanê welat desteser kir ez xwendekara pola 11’an bûm. Talîbanê jinan di malê de heps kir. Ji jinan re tenê erka malê, mezinkirina zarokan û xwedîkirina mêrên malbatê da. Em jin ji bo ku cesareta me neşkê me dev ji perwerdeya xwe berneda. Li pişt her tarîtiyê ronahiyek heye, ez her gav hewl bidim zanabûna xwe bi pêş bixim.”

'Ji bo parastina jinan ji tundiyê me gav avêt'

Seroka Weqfa Berbangê Yalda Azîmî jî got: "Afganistan bi krîzeke mezin re rû bi rû ye lewma divê jin û mêrên Afganî hewl bidin ji vê rewşê derbikevin. Ji bilî perwerdeya pîşeyî, em ji bo jinên derveyî dibistanê jî kursên perwerdeyê didin. Me biryar da em ji bo jinan ji tundiya bi her awayê ya di nava civakê de rizgar bikin gavek biavêjin û ji bo vê me Weqfa Berbangê ava kir."