Endama Tevgera Goran: Divê deriyê Sêmalka bê vekirin
Çalakvana siyasî û endama Tevgera Goran Gulistan Seîd Mihemed bal kişand girtina deriyê sînor ji aliyê PDK’ê ve û got: “Ji bo alîkariyên ji bo koçberan hatiye komkirin bigihîjin cihê xwe divê deriye sînor ê Sêmalka were vekirin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Êrişên dewleta Tirk piştî rûxîna rejîma Baasê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û heta niha didome. Gel li hemberî van êrişan berxwedanek bêhempa raber dike. Li başûrê Kurdistanê tevî krîza aborî û siyasî hemwelatiyan, ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê yên ku koçber bûne dest bi pêngava komkirina alîkariyê kirin û bi çalakiyên xwe êrişên dewleta Tirk şermezar kirin, dîlsozî û piştevaniya xwe nîşan dan.
Sindoqên alîkariyê li bajarê Silêmanî, Raperîn û Germiyanê hatin danîn û ji bo şandina alîkariya ku kom kirine hemwelatî daxwaza vekirina deriyê sînor ê Sêmalka dikin.
‘Li Rojava Kurd her dem hewl didin xaka xwe biparêzin’
Çalakvana siyasî û endama Tevgera Goran Gulistan Seîd Mihemed diyar kir ku Kurd di her rewşê de têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Niha li Rojavayê Kurdistanê Kurd ji bo xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin hewl didin. Li hemberî vê jî dewleta Tirk a dagirker her dem bi êrişan hewldana tunekirina destkeftiyên Kurdan didomîne. Hebûna Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistan ji bo Kurdan destkeftiyek mezin e. Dewleta Tirk a dagirker hewldana tunekirina vê yekê dide. Mezopotamya ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Ger em li nexşeya kevin binêrin, em ê bibînin ku Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin.”
‘Niha dema bicihanîna mafên mirovan e’
Gulistan Seîd Mihemed der barê parastina xak û welat de wiha got: “Di dema şer de her welatek xaka xwe diparêze. Kurd jî di dema êrişan de xak û sînorên xwe diparêzin. Mafê Kurdan heye xaka xwe biparezin. Niha serdema bicihanîna mafên mirovan e. Kurd jî weke gelek zindî û têkoşer xwedî mafê parastina xaka xwe ne. Weke em dibînin li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe û parastina xak û welatê xwe têdikoşin.”
‘Divê desthiladarî deriyê sînor veke’
Gulistan Seîd Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Niha ji ber şerê heyî pêwîstiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku ji be rêrişan koçber bûne bi alîkariyê heye. Li Başûr ji bo komkirina alîkariyan pêngav hatine destpêkirin û gelek alîkarî hatine komkirin. Ji bo ev alîkarî bigihîjin cihê xwe divê deriye sînor ê Sêmalka were vekirin. Ev derî ji aliyê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ve li rûyê hemwelatiyan hatiye girtin. Di werza zivistanê de pêdiviyên jin û zarokan zêdetir in. Divê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo gihîştina alîkariyan deriyê sînor veke.”