Li Bakûrê Rojhilatê Afrîqayê 60 milyon mirov bi gefa birçîbûnê dene

WFP destnîşan kir ku li Bakûrê Rojhilatê Afrîqayê 60 milyon mirov bi gefa birçîbûnê re rû bi rûye.

Navneda Nûçeyan- Bernameya Xurekan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) diyar kir li Bakurê Rojhilatê Efrîkayê 60 milyon mirov bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku di sala 2016’an de 26 milyon mirov di bin gefa birçîbûnê de bû lê îsal ev hejmar bûye 60 milyon.

Li gorî WFP’ê li herêmê 5 milyon zarokên wan temenê wan di bin 5 salî de nikarin têr xwarin bixwin. Li Somalî û Sûdana Başûr bi hezaran mirov di nava hefteyekê de tenê çend caran dikarin xwarin bixwin. Di nav sedemên vê qeyranê de şewba çûkan, şerên çekdarî, şewbên wekî Ebola û kolerayê û bihayên zêde yên xurekan jî hene.

Neteweyên Yekbûyî berê diyar kiribû ku pêdiviya wan bi 178 milyon dolaran heye lê bi tenê ji sedî 20’ê wê hatibû peydakirin.