Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê bal kişand ku di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û xwest girtîgeh ji bo kontrolê bên vekirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya mirina kesan di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li girtîgehan parve kir. Li gorî raporê, herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hat diyarkirin ku herî kêm 3 girtiyan di encama îşkenceya, erkdarên hikûmetê de jiyana xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku 7 girtî ji ber ku neşandine nexweşxaneyê, 3 girtî ji ber jehrîbûnê û 4 girtiyan jî dema bi gardiyanan re şer dikirin jiyana xwe ji dest dan.

3 kes bi îşkenceyê hatine qetilkirin

Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehên dawî de li bajarên Bokan, Zahedan û Gachsaranê 3 kesên ku piştî çalakiyên ji bo Jîna Emînî hatin girtin, bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane 13 ji wan Kurd, 4 ji wan jî Belûc in.

‘Bila girtîgeh ji bo kontrolê bên vekirin’

Di raporê de hat diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê nahêle saziyên mafên mirovan ên navneteweyî biçin serdanên girtîgehan û hat xwestin ku girtîgeh ji bo kontrolê bên vekirin. Di raporê de ev agahî hat parvekirin:

“Fikara herî mezin li ser navendên binçavkirinê yên bi ewle û veşartî û girtîgehên veşartî û bi ewle ne ku di lîsteyên fermî yên Teşkîlata Girtîgehan de cih nagirin. Tu kontroleke îdarî û edlî nayê kirin û di bin venihêrîna saziyên ewlekarî û leşkerî de ne.”