Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin têkoşîna sererastkirina civakê didin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sererastkirina zîhniyeta civakê, li dijî pergala hişmendiya baviksalarî, zayendperest, mêr, netew-dewlet û kapîtalîst bênavber têdikoşin.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Temenê mirovahiyê zêdetirî pênsed hezar sal e. Heger mirov dirêjahiya van salan û asta pêşketina jiyanê binirxîne divê bingehê wê yê dîrokî rast bîne ziman. Dema şoreşa Neolîtîk di dîroka mirovahiyê de serdema herî dirêj e. Ji ber vê di dema Neolîtîk de jiyana rast a hevbeş dest pê kiriye. Bi gotineke din, di serdema Neolîtîk de tevna jiyana rast ji aliyê jinan ve hatiye hûnandin. Jinan di sazkirina dema Neolîtîk de çandinî, taybetmendiyên exlaqî, asta xweparastin û civakbûn bi pêş xistiye. Jinan 104 berhemên herî bingehîn ên jiyînê keşf kirine, ji ber vê, navê wê dibe xwedawenda 104 Me yan.
Li gorî me ji gelek serpêhatiyên dapîrên xwe guhdar kiriye, beriya çanda mêr-dewletê jinan bi rengekî wekhev jiyan dane meşandin. Heya em ji gelek wêneyên kevnar dibînin ku gelek dayikan pêsîra xwe kirine devê zarokan û pêsîreka xwe jî kirine devê sewalek biçûk û bi hev re dimijînin. Ji van wêneyan em ê bizanibin ku di dema serdema jin-dayikê de jiyan bi rengekî adil hatiye jiyîn. Dayika ku ji şîrê bedena xwe mêzîna edaletê diafirand, lawên xwe jî wekî zarokên xwe xwedî dikir û dimêjand. Mêrên ku bi demê re mezin bûn û bi kêrî karên civakê nehatin, ji tecrubeyên jiyanê û planên nêçîra lawiran her ku çû fêrî qurnazî, fêlbazî û desthilatdariyê bûn. Bi demê re mêrên extiyar xortên ciwan li dora xwe civandin û li dijî jin-dayikê pergala desthiladariyê dan avakirin. Bi şaristaniya Sumeran re û pêşketina pergala zîgurat û rahîban rola jinan ji holê radibe. Zilamên sêrbaz di destpêkê de yekitiya jinan ji hev dixin. Her wiha nasnameya jinan bi navên wekî sihirbaz ava dikin. Piştre li şûna nirxên dayika pîroz, pîvanên mêrê serbaz bi cih dibin.
Pergala dewletê li ser temelê hilweşîna civaka jin hatiye lêkirin 
Bi avabûna pergala netew-dewletê re û bi pêşketina modernîteya kapîtalîst, êrîşên asîmîlekirina têkiliyên jinan bi jinan re dijwartir dibin. Vê carê jin ji cewherê xwe tên dûrxistin û gelek jin bi hişemendiya mêrê desthilatdar tev digerin. Li rex ku zilam tundiyê li ser jinan dikin, dijbertiyê di nava jinan de didin avakirin ku jin êdî şerê hev bikin. Ev şerê ku pergala netew-dewletê bi zanebûn çêkir, bi têgînên wekî jin ji hev hez nakin û ji hev dihesidin hev tên pênasekirin. Piştî avabûna projeya Neteweya Demokratîk li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çavkaniya xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre, gavên ber bi vegerandina rastiya jinan tên avêtin. 
Jinên ji Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li ser bingeha Îdolojiya rizgariya jinan birêxstin kirin û di 19`ê Tîrmeha 2012`an de pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin. Jinan hevgirtin û hêza xwe wekî volkanekî teqandin û herêmên xwe ji bin hukumdariya hişemendiya baivksalarî ya netew-dewletê rizgar kirin. Her wiha di bin sîwana Rêxistina Kongreya Star û Rêveberiya Xweser de têkiliya jinan a bi jinan vejîn bû. Çawa ku di dema Neolîtîkê de hîskirin, hezkirin, komînalbûn û hevgirtin pîvanên sereke yên jinan bûn, a niha jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna vegerandin û zindîkirina van xalan dikin.
Şoreşa Rojava dibe nasnameya pêkhateyan
Li Bakur û Rojhalatê-Sûriyeyê pêkhateyên Çerkez, Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan, Ermenî, Asurî û gelek neteweyên din her wiha olên cuda bi hev re li ser vê xakê dijîn. Di dema Rejîma BAAS’ê de têkiliyên van pêkhateyan hemû ji hev hatibûn qutkirin û heta gelek caran dijminatiya hev jî dikirin. Piştî şoreşa Rojava ev pêkhateyên li herêmê bi awayek dostane careke din li ser vê xakê dest bi jiyanê kirin û niha bi hev re rêveberiya partî, sazî, artêş û gelek deverên dikin. Di gelek deveran de hevserokên ji du pêkhateyan bi hev re pêşengî dikin. Her wiha li van herêman her kes bi zimanê dayika xwe dibistan dixwîne. Yên ku pêşengiya vê wekheviyê dikin jin in.  
Di vê çarçoveyê de û bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Firatê Rîma Ehmed nirxandin kir.
Bi hişmendiya mêran li şûna hezkirinê neyartî hat pêşxistin
Di civakê de gelek bûyerên şerkirina jinan a bi hev re heye. Heger mirov li rastiya bûyeran binêre, em ê bibînin ku ew şer li ser zilaman hatiye kirin. Bi wateyeke din, mêr bi zanebûn dihêlin ku jin bi hev re şer bikin. Rîma Ehmed bi van gotinan behsa vê mijarê dike: “Piştî ku pergala desthilatdar û hişmendiya baviksalar ket tevgerê, jin ji asta xwedawendiyê veguherî madebûnê. Her wiha têkiliya jinan a bi jinan re ji holê rabû. Zilaman bi hişmendiyeke tund mafên herî rewa yên mirovan ji destên jinan girtin. Her wiha li şûna hezkirina jinan a ji hev re, neyartî dan avakirin.”
Şoreşa Rojava derfeta avakirina jiyana wekhev e
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de çêbû, di sedsala 21’emîn de weke şoreşa azadiya jinan tê binavkirin. Rîma Ehmed da zanîn şoreşa pêk hatiye derfeta rizgarbûna ji hişmendiya mêr-dewletê daye jinan û wiha pêde çû: “Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, rehên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne. Ev şoreş ji bo jinan ronahiya ber bi azadiyê ye û rizgarbûna ji pergala baviksalar e. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de û bi saya Rêxistina Kongreya Star jin bi awayekî wekhev û serbixwe cihê xwe di tevahî xebatan de digre her wiha bi saya rêbaza hevseroketiyê xwedî nêrîn û biryar e. Li rex vê yekê rêxistin û saziyên xweser ên jinan jî hene. Bi vî rengî jî têkiliya di navbera jinan de roj bi roj bi hêz dibe.”
‘Em ê xwe ji hişmendiya baviksalar rizgar bikin’
Rîma Ehmed bi wesîleya Roja Jinên Kedkar a cîhanî soza domandina têkoşîna avakirina civakeke rast nû kir û wiha axivî: “Rêber Apo dibêje’ heta ku jineke kole hebe jin ne azad in.’ Ji ber vê em ê xwe ji hişmendiya baviksalar ku jin weke dijminên hev daye qebûlkirin rizgar bikin. Li ser vê bingehê em Roja Jinên Kedkar a cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin û soza me ya di vê rojê de têkoşîna sererastkirina rastiya ku hatiye berovajîkirin e. Her wiha em ê bi ruhê 8`ê Adarê pêşengiya avakirina civakeke azad, wekhev, demokratîk û polîtîk bikin."