Li Antakyayê 275 roj piştî erdhejê cenazeyek hat dîtin

Li Antakyayê di dema rakirina xirbeyan de 275 piştî erdhejê cenazeyek hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Di erdhejên ku navenda wan Mereş bû, yek ji cihên ku ku xisara mezin lê çêbû Hatay bû. Li baraj di roja 275’an de di dema rakirina xirbeyan de cenazeyek hat dîtin.

Di dema rakirina xirbeyên apartmaneke li Taxa Akevler a Antakyaya Hatayê de cenazeyek hat dîtin û ji bo tesbîtkirina nasnameyê rakirin saziya tiba edlî.

Di erdheja ku di Sibata sala par de çêbû de li gorî daneyên fermî 50 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara birîndaran jî 107 hezar û 204 hat diyarkirin. Li herêma ku hê jî xebatên rakirina xirbeyan didomin, gelek kes li xizmên xwe yên winda digerin.