Li Afganistanê 5 çalakvanên jin hatin girtin
Li Afganistanê di çalakiyên ku li dijî qedexekirina zanîngehan ya ji jinan hat dest pê kirin de 5 jin hatin girtin. Hat diyar kirin ku ji bilî jinan 3 rojnameger jî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Rojên derbasûyî li paytexta Afganistanê Kabulê 5 jinên ku li dijî pêkanîn û biryarên li dijî jinan ên Talîbanê çalakî li dar xistin, hatin girtin. Nehat hînbûn jinên ku li dijî biryarnameya ku perwerde dîtina jinan ya li zanîngehan qedexe dike bertek nîşan dan li kuderê tên girtin. Tê ragihandin ku ji bilî 5 jinan 3 rojnameger jî hatine girtin.
Li Kabulê çalakiya şermezarkirinê
Duh li Kabulê ji ber negirtina jinan ya li zanîngehan çalakiyek şermezarkirinê hat li dar xistin. Çalakiya ku dihat plankirin li ber kampusa zanîngeha Kabulê were li dar xistin, ji ber li herêmê bicihkirina hejmarek zêdeya hêzên ewlehiyê yên çekdarî, hat veguheztina noqteyeke din û di dema çalakiyê de beşek ji xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. Jinên ku bertek nîşanî biryara Talîbanê yê dijmînê jinan dan, bi dirûşma "Maf an ji bo hemû kesê ye an jî ne ya tu kesî ye” cihê xwe yên li qadan girtin. Di nava çalakvanên hatine binçavkirin de jin jî hene.