Li Şirnexê jin li ser tecrîdê nîqaş kirin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadiyê ber bi azadiyê ve’ li Şirnexê civîn hate lidarxistin. Di civînê derbarê tecrîda li Îmralî û têkoşîna derbarê parastina destkeftiyên jinan de nîqaş hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiye ve’ dayî destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de jin li kuçe, tax, gund û bajaran xebatên xwe didomînin û rastî eleqeyeke mezin tên.

TJA’yê li Şirnexê di çarçoveya kampanyayê de li eywana konferansan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînek li dar xist. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên navend û navçeyan, Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, aktivîstên TJA’yê, endamên DBP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl bejdarî civînê bûn. Di civînê de tecrîd, tundiya li ser jinan û têkoşîna jinan a li dijî êrişên ser destkeftiyên jinan hatin nîqaşkrin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Parlamentera HDP’ê Newroz Uysal a di civînê de axivî bal kişand ser gotinên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya bi destpêkirina komploya navneteweyî û wiha di got: “Ji bo min Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hate teklifkirin. Xwestin rolekê bidin min û ez vê rolê pêk bînim. Min qebûl nekir. Ji ber ku min qebûl nekir jî ez bi komploya navneteweyî re rû bi rû mam.” Newroz Uysal wiha dom kir: “Komplo di sala 1993’yan de dest pê dike. Di sala 1998’an de birêz Ocalan ji bo agirbestê bang dike. Di vê pêvajoyê de li hemberî birêz Ocalan amadekariyên sûîqestê hatin kirin. Xwestin di şexsê birêz Ocalan de li hemberî vê pergalê nerazîbûnek çênebe. Lê pêşî li vê nerazîbûnê nehate girtin. Birêz Ocalan dev ji israra xwe ya aştiyê berneda û hêj jî ji bo vê têdikoşe.”

Di çarçoveya kampanyayê de dê sibê bi tevlibûna hevserok, endam û rêveberên mêr civînek were li darxistin.