Jinan li Hewselê darên aştiyê çandin

Jinên TJA’yê di çarçoveya kampanya ‘Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve’ de li dijî şerê li Rojhilata Navîn, li Baxçeyên Hewselê darên “aştiyê” çandin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ‘Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve’ li Baxçeyên Hewselê yên navçeya Sûra Amedê daxuyanî da û dar çandin.

Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de jinan dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û ber bi noqteya ku dê daxuyanî lê bihata dayîn ve meşiyan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray di çalakiya li Baxçeyên Hewselê de axivî û got: “Sedsala 21’emîn, sedsala jinan e. Jinên Kurd di vê sedsalê de têkoşîneke mezin didin.” Sultan Yaray, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û wiha got: “Ev êrîşên piralî, encama tecrîda li Îmraliyê ne. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, pirsgirêkên heyî girantir dike. Tevahiya civakê di tecrîdê de ye.”

‘Kuştina sivîlan îlankirina şerê li dijî mirovahiyê ye’

Sultan Yaray, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Kurdistanê û gelek deverên Rojhilata Navîn şer heye û wiha domand: “Hemû cureyên sûc tên kirin. Li tu deverekê cîhanê êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin. Kuştina sivîlan, îlankirina şerê dij mirovahiyê ye. Zayend, nîjad, ziman û ola van sûcan nîn e. Em jî li dijî şer, aştiyê diparêzin. Têkoşîna jinan a li dijî şer mezin dibe.”

‘Ji bo zarok û jinan darekê biçinîn’

Sultan Yaray da zanîn ku li gel jinên ku li dijî Telîban û Îsraîlê têdikoşin in û wiha got: “Rejîmên faşîst ên dijminatiyê li dijî jinan dikin, her roj bi hezaran jinan digrin. Hewl didin jinan, siyasetmedaran, atkvîstîstan û hwd. bi polîtîkayên dijminane bitepisînin. Divê em li dijî şer û zîhniyeta mêr bi hev re têbikoşin. Divê em xweza, jin û jiyanê biparêzin. Jiyanê mezin bikin û dara jiyanê daynin. Ji Rojava, heta Filistîn û Efxanistanê, em ji bo hemû zarok û jinên li cîhanê daran dantînin.”

‘Em dest ji daxwaza aştiyê bernadin’

Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Sevîlay Çelîk bi bîr xist ku ji ber şeran êş bi dawî nabin û wiha got: “Em ji bo ku bibêjin ‘na ji şer re’ li vir in. Yên ku her tim li dijî şer aştiyê diparêzin, jin in. Dê jin tu carî dev ji daxwaza aştiyê bernedin. Şer ne şerên berê ne divê em jî zimanê aştiyê nû bikin. Vê yekê jî tenê jin dikarin bikin.”

Piştî axaftinan jinan bi şitlên darên di destên xwe de bi dirûşmên li dijî şer, darên “aştiyê” çandin. Li her darê navek hat kirin û çalakî bi stranan bi dawî bû.