Derbarê rojnameger Bêrîtan Canozer de daxwaza cezayê

Di danişîna ewil a doza ku der barê rojnameger Bêrîtan Canozer de hatibû vekirin de, dozger ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.

Navenda Nûçeyan – Yekemîn danişîna doza der barê Rojnameger Bêrîtan Canozer a ku di çarçoveya operasyona ku di 25’ê Nîsanê de li 21 parêzgehan, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbiyik hat destpêkirin, hat dîtin.

Bêrîtan Canozer û parêzerê xwe Muharrem Erbey li daneşînê amede bûn, Ûmît Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bûn.

Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatkarên Hiqûqê (MLSA) û hevpîşe û malbata Berîtan Canozer jî danişîn şopandin.

‘Em bûn dengê jin û zarokan’

Di despêka danişînê de Bêrîtan Canozer parastina xwe kir, diyar kir ku ew Umît Akbiyik ê ku li ser wê îfade daye nas nake, tenê ew tenê dizane ku encamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ye û vê jî ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê dizane. Bêrîtan Canozer wiha got: “Ez berê jî ji berê jî hatime girtin û derbarê min de doz hatine vekirin. Ez rojnamegereke ku têm naskirin im.  Ez nûçeyên jin û zarokan çêdikin. Em bûn dengê zarok û jinên ku êrîşa zayendî li wan tê kirin û tên qetilkirin. Rojnamegerî ne sûc e û sûcêdariyên derbarê min de hatine kirin qebûl nakim.”

Şahidê vekirî Ûmît Akbiyik ê ku piştre hat guhdarîkirin jî got: “Ji bo konsera ku me di sala 2018’an de li dar xistibû, ji bo hevdîtinê dema hat avahiya HDP’ê ya parêzgehê me hevdu nas kir. Di çalakiyên Meclîsa Ciwanên HDP’ê û çalakiyên xendeqên Sûrê de endamên rêxistinê amade bûn, ew jî li wir bû. Ji bo hevpeyivînekê bi me re şêwirî.”

Ji meqama îdayê xwasteka ceza

Meqama îdayê derbarê Bêrîtan Canozer de bi îdaya “endamtiya rêxistinê” ceza xwest. Parêzer Muharrem Erbey jî ji bo parastinê dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a demê qebûl kir û doz taloqî 8’ê Kanûnê kir.