Gef li Zahra Saeidiyan Ju ya ku li edaletê digere hat xwarin

Hate diyarkirin ku Zahra Saeidiyan Ju ya ku ji bo xwişka xwe Mîlad Saeidiyan Ju ya ku li Îranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat qetilkirin lêgera xwe ya edaletê didomîne, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî gefan hatiye.

Navenda Nûçeyan - Komara Îslamî ya Îranê zextên li ser xizmên kesên ku di xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ li Îranê ve dest pê kiribûn, berdewam dike. Xwişka Jawad Heyderî Fateme Heyderî ragihand ku, Zahra Saeidiyan Ju ya ku ji bo xwişka xwe Mîlad Saeidiyan Ju li edaletê digere rastî gefan tê.

Gefa mirinê li Zahra Saeidiyan Ju hat xwarin

Fateme Heyderî di 21’ê Cotmehê de di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kiribû ku Zahra Saeidiyan Ju li kolanê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî gefa mirinê hatiye û wiha got: “Zahra xwişka Mîlad Saeidiyan Ju ya yek ji qurbaniyên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ye ya ku li edaletê digere, îro li ser cadeyê ji aliyê hinek kesên nenas yên li ser motorsîkletan ve bi gefa mirinê lê hat xwarin.”

‘Niyeta min a întîxarê tune ye’

Fateme Heyderî bi bîr xist ku Zahra Saeidiyan Ju bi mehan dibin çavan de ma û wiha got: “Piştî ku Zahra ji girtîgehê derket, li Nexweşxaneya Zarokan a Mofîd û Kiyan a Tehranê ji cihê kar hat avêtin û rewşa wê gelekî metirsîdar e.” Fateme Heyderî diyar kir ku Zahra Saeidiyan Ju ya ku beriya niha hatibû girtin û berdan, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî gefa mirinê ev tişt parve kir:

“Ez radigihînim ku ez Zahra Saeidiyan Ju xwişka Mîlad Saeidiyan Ju ya nemir ku edaletê dixwazim ji aliyê bedenî û derûnî ve tu pirsgirêkek min nîne, bi temamî saxlem im û niyeta min a întîxarê nîne. Di jiyana xwe de tu nexweşiyeke taybet yan min derneketiye û qet emeliyat jî nebûme. Îro ez ji her demê bêhtir tijî jiyan im.”

Komara Îslamî ya Îranê îdia kir ku piraniya xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên dewletê ve ji bo tepeserkirina serhildana “Jin, jiyan, Azadî” hatine qetilkirin, ji ber nexweşiyên fîzîkî, derûnî, întîxar û qezayên curbicur jiyana xwe ji dest dane.

Bi boneya qetilkirina Jîna Emînî û salvegera serhildana “Jin, jiyan, Azadî” hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ku zextên xwe li ser malbatên kesên ku divê serhildanê de hatine qetilkirin zêde kirine, her wiha rê li ber merasîmên bibîranînê yên ku malbatan dixwestin ji bo hezkiriyên xwe li dar bixin jî hatibûn girtin.