Li Îsraîlê rêziknameya darazê ya binîqaş di dengdana ewil de hat qebûl kirin

Li Îsraîlê pêşnûmeya darazê ya têkildarî rêziknameya edlî ya ku rayeyên Dadgeha Bilind sînordar dike, di dengdana ewil de hat qebûlkirin. Piştî dengdayînê li seranserê welat xwepêşandan dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Li Îsrailê di rûniştina ku duh saetên êvarê de li Lijneya Giştî ya Meclisê hat pêkanîn de, pêşnûmeya darazê ya têkildarî rêziknameya edlî ya ku rayeyên Dadgeha Bilind sînordar dike, hat nîqaş kirin. Pêşnûmeya ku bi hincetên wekî "xizmeta berjewendiya raya giştî nake, nakokiya berjewendiyan diafirîne" hate diyar kirin "derveyî mantiqê ye”, raya betalkirinê ji holê radike pêşbinî dike, di dengdana ewil de hate qebûl kirin.

64 dengên erê 56 dengên na hate bikaranîn

Der barê pêşnûmeya qanûnê de parlementoya ku ji 120 kursiyan pêk tê, 64 parlementeran dengê erê û 56 parlementeran jî dengê na dan. Ji bo pêşnûmeya darezê ya binîqaş bikeve meriyetê divê dîsa di lijneya eleqedar a li meclîsê de bê nîqaşkirin û di dengdanên 2 û 3’emîn yên ku di Lijneya Giştî ya Meclisê de bên kirin de bê qebûlkirin.

Polîsan êrîş bir li ser xwepêşandanên hat dest pê kirin

Xwepêşanderan li dijî rêziknameya darazê jî, piştî ku pêşnûme di dengdana yekem de derbas bû, dest bi çalakiyên bêîteatiya sivîl ku li seranserê welat rê tê girtin kirin. Bi sedan çalakvanan rêya Qudsê ya rêya Tel Avîv-Qudsê girtin. Di trafîka danê sibê de wesayîtan rêzên dirêj çêkirin. Polîsên Îsraîlî ku hewl dan çalakvanan ji rêya yekane dûr bixin û çûnûhatina trafîkê misoger bikin, bi TOMA'yan êrîşî çalakvanan kirin.

Barîkat hatin danîn

Di dîmenên ku li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin parvekirin de hat dîtin ku çalakvanan li ser rêya bejahî ya li bakurê welat û li xaçerê nuqteyên kontrolê yên cuda barîkatan danîne. Di dîmenan de jî diyar bû ku ji ber ku çalakvanan danê sibehê dest bi girtina rêyan kirin, wesayîtan rêzên dirêj çêkirin.

Li termînala hewayî ya sereke çalakî pêkhat

Komek çalakavan li Balafirgeha Ben Gurion ya termînala hewayî ya sereke ya Îsraîlê bi alayên Îsraîlê re çalakî pêkanîn. Çalakvanan ragihandin ku dê tevahiya rojê li seranserê welat çalakiya bêîteatiya sivîl pêkbînin û " Wê li Îsraîlê jiyan were asta rawestandinê.”

Dema tevgera xwepêşanderan di saetên êvarê de li Balafirgeha Ben Gurion banga kombûnê kirin, polîsê Îsraîlê ragihand ku destûr nedin ku çalakvan bikevin termînala balafirgehê. Rêveberiya Firokexaneyên Îsraîlê jî bang li rêwiyan kir ku herî kêm 3 saetan beriya firîna xwe bigihin balafirgehê û wesayîtên çûnûhatinên giştî bikar bînin.

"Reforma darezê" ya ku Wezîrê Dadê yê Îsraîlê Yariv Levin di 5’ê Çile de ragihandibû, guhertinên wekî sînordarkirina rayayê Dadgeha Bilind û xwedî gotinê hikûmetê ya di tayînkirina darazê de dihewîne. Serokwezîr Benjamin Netanyahu ragihand ku rêziknameya darazê ya li seranserê welat bû sedema çalakî û grevên girseyî taloqî 27’ê Adarê kir. Lê belê Benjamin Netanyahu ragihand piştî ku budçeya 2023-2024'an di dawiya meha Gulanê de ji Meclîsê derbas bû, dê rêziknameya darazê dubarê bînin rojevê.