Li Îranê li ser jinan zexta darazê didome

Xwepêşandera Jin, Jiya, Azadî Armîta Abbasî ya 21 salî ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Îranê gazî wê kirine.

Navenda Nûçeyan – Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşnegtiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî, li rûxmê hemû girtin, darvekirin, îşkneceyê ev 8 meh zêdetir e berdewam dike. Armîta Ebasî ku yek ji girtiyên serhildana Jin Jiyan Azadî ye, duh li ser malpera xwe a ya medyaya dijital ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Îranê gazî wê kirine.

Derbarê gazikirina wê ya Serdozgeriya Komarê ya Îranê de ji Armîta Abbasî re gotine 5 roj demê wê heye ku derbikeve pêşberî dozger parastina xwe bike, ger parastina xwe neke dê were girtin.   

Armîta Abbasî li ser malpera xwe a medyaya dijital wiha xîtabî rayedarên Îranê kir û got: “We got hûn wêneyên rûxandinên neguncayî neweşînin, min got baş e, we got hûn nebin çalakvanek siyasî, min got baş e, we got hûn Belgeyên min nadin min, min got baş e. Tu carek din ji min çi dixwazî? Yên din? Ma ez rûpela xwe bigirim? Tenê rêya têkiliya xwe ya bi gelê xwe re winda bikim?” 

Hêjayî bi bîrxistinê ye Armîta Ebasî piştî 4 mehên binçavkirinê, bi hêceta ku beşdarî xwepêşandanên Jin, Jiyan, Azadî bûye cardin hate girtin û piştî qetilkirina Jina Emînî 7’ê Sibata bûrî carek din hate berdan.