Leila Hosseinzadeh ya ku dermankirina wê tê astengkirin ji nû ve dest bi grevê kir
Hate hînbûn ku çalakvana xwendekar Leila Leila Hosseinzadeh ya ku li Girtîgeha Adelabad a Şîrazê girtî ye, bi sedema astengkirina dermankirina xwe dest bi grevê kiriye û bikaranîna dermanên xwe yên jiyanî red kiriye.

Navenda Nûçeyan – Birayê çalakvana xwendevan Leila Hosseinzadeh ku li girtîgeha Adelabad ya li bajarê Şîrazê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku xwişka wê ji bo şermezarkirina sextekariya tibî yên bijîşkên girtîgehê dest bi greva tenduristiyê kiriye. Abolfazl Hosseinzadeh diyar kir ku xwişka wî ji ber doktorên girtîgehê wê rehetsiz kirine û pêvajoya dermankirinê ya li girtîgehê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatiye astengkirin dest bi grevê kiriye.
Xwestin bandor li encaman bikin
Abolfazl Hosseinzadeh bi van gotinan tiştên hat jiyîn vegot: “Ji xwişka min Leila Hosseinzadeh re bêyî testên teşhîsê bên kirin û agahî û destûra wê hebe, ji aliyê hezên ewlehî û personelên tendurîstiyê yên girtigehê ve dozeke bilind Cortone tê dayîn. Armanca vê yekê semptomên nexweşiyê ji holê rakin û bandorê li encamên testê bikin.”
Leila Hosseinzadeh dermanan red kir
Abolfazl Hosseinzadeh diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên li girtîgehê zext li Leila Hosseinzadeh kirine û xwestine ku bi derfetên tenduristiyê yên kêm bê muayenekirin. Abolfazl Hosseinzadeh da zanîn ku xwişka wî ji ber şert û mercên girtîgehê bikaranîna dermanên jiyanî redkiriye û destnîşan kir ku ev yek bi temamî bandorê li teşhîs û dermankirina nexweşiya wê dike.
Der barê Leila Hosseinzadeh
Leila Hosseinzadeh di sala 1991ê de ji dayîk bûye. Di xwepêşandanên sala 2017’an de hat girtin û bi îdiay “kombûn û lihevkirina veşartî ya bi armanca hekeretkirina ewlehiya neteweyî ya welat,” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Leila Hosseinzadeh ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe, piştî beşek cezaya xwe raza, ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat piştrastkirin nikare di girtîgehê de bimîne û hat berdan. Leila Hosseinzadeh di sala 2018’an de hatibû girtin û piştî du hefteyan bi kefalet hatibû berdan. Di Tebaxa 2019’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 30 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û qedexeya derketina derve lê hate birîn. Leila Hosseinzadeh ya sewqî girtîgêha Evînê hat kirin, di Adara 2020’an de hatibû berdan. Leila Hosseinzadeh ku gelek caran bi zextên binçavkirin û girtinan re rû bi rû ma, herî dawî di Kanûna 2021’an de hatibû girtin. Leila Hosseinzadeh Sekretera Encumena Sendîkaya Navendî ya Xwendekaran û xwendekara lîsansa antropolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ye. Leila Hosseinzadeh ku gihandina dermanên wê jî tê astegkirin, ev demeke dirêj e li dijî perwerdehiya bi pere, zext û zordariya zayendî û hîcabeya mecbûrî ya li konseyên xwendekaran têdikoşe.