Kovara Jin bi hejmara 97’an derket: Jiyana me her tim şer bû

Di hejmara dawî ya Kovara Jin de bi sernavê “Jiyana me her tim şer bû” bi xwendevanan re hat ba hev.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin hejmara 97an derket. Kovarê di hejmara xwe ya dawî de sernavê “Jiyana me her tim şer bû” bi kar anî. 

Kovar balê dikişîne ser ku jinên Kurd tevî hemû zext, qetlîam û qetlîaman ji bo afirandina modela civakî ya demokratîk, wekhevîxwaz çawa têdikoşin û li ber xwe didin. Sernivîsên hejmara dawîn wiha ne:

“*Çerçoveyên Berxwedana Tevgera Jinên Kurdistanê û dirûşma “Pêşî li Jinê Bikin” / Sara Aktaş

 *Li ku derê Dilê Rastiyê Lêdide Çapemeniya Azad heye / Kibriye Evren

 *Ev Şer Berdewam e / Heval Arslan

 *Sûriye û Hiqûqa Mirovî / Zilan Aydın

 *Di Berhemên Wêjeyî de Jin -1 / Didem Yılmaz”