Koseger li Mexmûrê ji bo sala nû geriyan
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunera Mexmûrê ve sala nû di nava wargehê de bi gerandina kosegerî hat pîrozkirin. Koseger li hemû sazî, dikan û malên wargehê geriyan û diyariyan kom kirin.
Mexmûr - Serê salê di çanda Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Her sal di şeva 13’ê Çileyê de Kurd bi şahiyên cuda serê salê pîroz dikin. Li gorî Salnameya Julienê, ev dîrok ji bo Kurdan nîşaneya sala nû ye. Kurdên ku bi hezaran sal in vê rojê pîroz dikin, ji vê rojê re dibêjin "Serê Salê” ango destpêka salê. Di şeva ku 13’ê Çileyê bi 14’ê Çileyê ve girê dide de, gelê Kurd di çarçoveya kevneşopiyên xwe de pêşwaziya Serê Salê dike. Tê diyarkirin ku ev kevneşopî digihîje Sumer û Babîlan. Di serê salê de govend tê gerandin, lîstik tên lîstin, zûgotinok tên gotin û mirov kom bi kom mal bi mal digerin.
Ji ber ku li piraniya cîhanê salnameya Gregorian bi kar tînin, sersal jî li gor vê salnameyê 1’ê Çileyê tê qebûlkirin û şeva ku 31’ê Kanûnê derbasî 1’ê Çileyê dibe tê pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê, bi boneya sersalê di nava wargehê de kosegerî gerandin. Di kosegeriya ku di nava çanda Kurdî de weke kevneşopiyek e, yek rola bûkê, yek jî rola zava dilîze û li derdora wan çend kes kom dibin, bi dahol û erbaneyan sersalê pîroz dikin. Endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, di nava kolanên wargehê de bi gerandina kosegerî bi zarokan re bi coş û kêfxweşiyek mezin sersalê pîroz kirin. Di gerandina kosegerî de hemû sazî, dikan û malên wargehê hatin gerandin û diyariyan kom kirin. Her wiha li zarokan jî şekir û gûz hatin belavkirin.
Kosegerî çi ye?
Ev lîstik, kevneşopiyeke ku bingeha xwe di serdema zerdeştiyan ve ye ji aliyê Kurdan ve tê berdewamkirin. Her wiha Kurd bi taybetî jî Êzidî, vê kevneşopiyê wek Cejna Xidir Nebiyê Îlyas binav dikin. Di lîstikê de du rolên sereke hene. Herdû jî zilam in lê yek ji wan xwe dike jin, yek jî her Kose ye (mîna bûk û zava). Dema destpê dikin, di serî de li gor çîrokê jina Kose tê revandin, şer çêdibe û paşê aştî pêk tê. Xelk Kose digre nava xwe û xwarin, vexwarin û diyariyan pêşkêşî Kose dike. Her wiha Kose jî bi heman şêweyî diyariyan pêşkêş dike. Li gor gotinan berê jî Kosetî hebûye û her di wê demê de jî du zilaman ev rol lîstine û jin tê de tunebûye. Ne ji ber tiştekî cuda, jin bi xwe rol naleyze. Ji berê de jî bi vî rengî Kose du zilam bûne lê hertim yek ji wan rola jinê girtiye ser xwe. Tê gotin ku li hinek cihan dema keç û xortekî ji hevdû hez kiriban, keçan sêniyek mezin tijî arê qelandî dikirin û datanîn ser qatên nivînan. Ji ber ku Xidir Nebiyê Îlyas wek mirazan bicîh tîne tê zanîn, ger ku rêça piyê hespê Xidir Nebî tê de diyar bibe, mirazê wan keç û xortan bicîh tê. Kurdan hemû van tiştan bi destpêka sala nû re pêk anîne. Ji ber ku sala nû, bi xwe re nûbûn û xêr û bereketê tîne. Ev yek ji kevnaşopiyên Kurdan e ku îro bi awayekî cuda ji aliyên welat û netewên cuda yên cîhanê ve tên pêkanîn.
Li Îranê jî Fars li gor xwe rê û resman çêdikin û Kosegeriyê bi navê ‘Newrozê’ û ‘Pîrika Sermayê’ binav dikin.