Kongra Star û PYD tifaqa xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ragihandin

Bi armanca avakirina şaredariyeke demokratîk Rêxistina Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê ragihandin.

Hesekê – Komîsyona bilind a hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di 30’ê Gulana 2024’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Îro rêxistina Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê tifaqa xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê ragihandin.

Daxuyanî li ber navenda Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Wekî ku tê zanîn komîsyona bilind a hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 30’yê Gulana 2024’an de hilbijartinên şaredariyan dê pêk werin. Di çarçoveya amadekiriyên der barê şaredariyan de, weke Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û rêxistina Kongra Star der barê mekanîzmaya destnîşankirina namzedan amadekirina lîsteyên hevbeş de bi armanca avakirina şaredariyek demokratîk me li hev kir.

‘Bi hevkariya şaredariyan bi aqilekî hevbeş em ê plan û projeyan bi pêş bixin’

Em dibînin ku rola şaredariyan weke yekîneyeke xwecihî ye. Ya yekem bi awayekî pispor û berhemdar xizmeta civakê dike, ya duyem demokrasiya rasterast bi pêş dixe û dihêle ku gel pêdiviyên xwe diyar bikin her wiha bi hevkariya şaredariyan bi aqilekî hevbeş plan û projeyan bi pêş dixe. Li gorî hevpeymana civakî û zagonên Rêveberiya Xweser dê hilbijartinên meclisên şaredariyan ji hêla gel ve çêbibin. Ev yek jî xwebirêvebirinê bi hêz dike. Ji ber pergela navendî ya rejîma Sûriyeyê û tevahî herêmê, rêveberên xwecihî hatibûn paşguhkirin û pûçkirin lewma pêşxistina çanda demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyek dîrokî ye û wê bibe mînaka demokrasiya rasterast.

‘Kongra Star di şoreşa civakî de dê gavek nû bavêje’

Di demek ku şer, alozî û êrîş li dijî Rêveberiya Xweser zêde dibin de, pêkhatina hilbijartinên şaredariyan di pêşxistina pergala demokratîk de nîşaneya îsrarê ye ku xwe dispêre vîna gelan. Li ser vê bingehê em weke PYD û Kongra Star didin diyarkirin ku em ê beşdarî hilbijartinên 30’yê Gulanê bibin. Ew jî bi riya rêkeftina ku xwe dispêre rêgeza şaredariyên civakî, demokratîk, ekolojî û azadiya jinan e. Bi vê rêkeftinê em ji rola partiyan û tevgerên jinan, di pêşxistina demokrasiya rasteqîn de bawer in. Di heman demê de rêkeftina me rola jinan a girîng di avakirina şaredariya ku xizmeta azadî û wekheviyê dike û dide nîşandan. Beşdarbûna Kongra Star bi rêkeftina PYD’ê re bi navê xwe dê bibe mînaka yekem li herêma. Bi vî rengî wê Kongra Star di şoreşa civakî de gaveke nû bavêje wê jin bi nasnameya xwe û rêxistina xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

‘Armanca me parastina rêgeza demokrasî û azadiya jinan e’

Em didin diyarkirin ku ev rêkeftin ji bo hemû partî û rêxistinên civakî yên ku bixwazin beşdar bibin vekirî ye. Em weke PYD’ê û Kongra Star dibînin ku demokrasiya hundirîn daxwazeke girîng e ji bo ku em bikaribin rêgeza demokrasiyê û azadiya jinan biparêzin. Banga me ji bo endam û alîgirên me ew e ku beşdarî hilbijartinan bibin. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibin cihê pêkhatina vîn û daxwaza gelê me.”

Daxuyanî bi dirûşma “bijî berxwedan” bi dawî bû