Kongra Star li ser Komkujiya Dûyemîn a Parîsê daxuyanî da

Meclîsa Kongra Star derbarê Komkujiya Dûyemîn a Parîsê de daxuyanî da û got, "Êdî aşkere bûye ku ev komkujî bi destê dewleta Tirk bi piştevaniya NATO’yê pêk hatine. Ev sûc, sûcên qirkirinê li dijî jinan û vîna wê ya azad e."

Navenda Nûçeyan – 23’yê Kanûna 2022’yan de li dijî Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de endama Desteya Rêvebera KCK`ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) endamê Tevgera Çand û Nîştimanî ya Kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Meclîsa Kongra Star a Rojava ya bi boneya dûyemîn salvegera Komkujiya Dûyemîn a Parîsê daxuyanî da, bal kişand ku êrişkar hê nehatine aşkerekirin û got, "Êdî aşkera bûye ku ev êriş û komkujî bi destê dewleta Tirk bi piştevaniya NATO`yê pêk hatine. Rastiya van sûcan vedişêre. Ev sûc, sûcên qirkirinê li dijî jinan û vîna wê ya azad e."

Kongra Star di daxuyaniya xwe de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anîn û destnîşan kir ku her sê jî ji bo doza Kurd, aştiyê, demokrasiyê têkoşiyane. Her wiha berxwedan û têkoşîna şehîd Evîn Goyî ji bo doza jinan de silav kir.

Meclisa Kongra Star diyar kir ku desthilata Fransî heta niha sûcdarên komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9`ê Çileya 2013`an de li dijî yek ji damezrînera PKK`ê Sakîna Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) çêbûye û komkujiya duyemîn a Parîsê aşkera nekirin.

Meclisa Kongra Star got: "Êdî aşkera bûye ku ev êriş û komkujî bi destê dewleta Tirk bi piştevaniya NATO`yê pêk hatine. Rastiya van sûcan vedişêre. Ev sûc, sûcên qirkirinê li dijî jinan û vîna wê ya azad e." Di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Evîn Goyî û hevalên wê de tevahî pakrewanên azadiyê hat bi bîr anîn û soz hat dayînku ji bo pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û aştiyê şopdara rêya wan be.

Banga aşkerekirina kiryaran

Meclisa Kongra Star bang li Fransayê kir ku erka xwe bîne cih, rastiya van sûcên li ser erdê wê çêbûne, aşkera bike, hesabê ji sûcdaran bipirse. Her wiha bang li rêxistinên jinan, hiqûqî û kesayetên ji bo aştiyê û demokrasiyê tê dikoşin kir ku helwestên xwe aşkera bikin li hember van sûcên ku li dewletên demokrasiyê û aştiyê û parastina mafên mirovan îdia dikin, çêdibin.