Komeleya Jinan a Rosa di sala xwe ya 6’emîn de ye

Komeleya Jinan a Rosa ku di sala 2018’an de li Amedê ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiyê li ser jinan derket rê, tevî hemû zextan, polîtîkayên şerê taybet û tacîzên darazê jî dev ji qadan û jinan bernade.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê piştî qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bi hilbijartinê hatin qezenç kirin hat kirin, ev biryara siyasî ku li parêzgehên Kurd hat girtin, di heman demê de jinan bêparastin hişt. Ji deriyên gelek saziyên jinan, malên stargeh, qadên ku jinên rastî tundiyê tên dikarin serî li wan bidin an jî cihên alternatîf ên ji bo wan hatine çêkirin ku di bunyeya şaredariyan de hatin avakirin re kilîd hat avêtin. Hin cih jî bê erk hatin hiştin. Ev biryara siyasî bû sedema zêdebûna tundiya her curî ya li ser jinan û qetilkirina jinan. Amed jî yek ji van bajaran e.

Komeleya Jinan a Rosa ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinê û ji holê rakirina her cure cudakariya li ser jinan, di 29’ê Kanûna 2018’an de hat avakirin. Komela ku bi jinên rastî tundî tên re têkilî datîne, dozan dişopîne, kampanya û çalakiyan li dar dixe, di rastiyê de bi dagirtina valahiya ku qeyûman hewl didin ava bikin, bi jinan re mil bi mil dimeşe. Helbet ji ber vê sedemê hemû gavên komeleyê di bin çavdêriya dewletê de ye. Jinên xebarkarên komeleyê ku xebatên wan tên astengkirin, bi hincetên curbecur hatin binçavkirin an jî girtin, tevî hemû zextan jî li Amedê dev ji sekna xwe ya li kêleka jinan bernade. Em bi Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Civaknas Ezgî Sîla Demîr re hem têkildarî tiştên jin li bajêr dijîn û hem jî xebatên wan ên di komeleyê de axivîn.

'Rosa ji valahiya ku qeyûman hewl da çêbikin avabû’

Li Amedê tundiya li ser jinan veguheriye qirkirinek zayendî. Jin an jî rêxistinên din ên li herêmê xebat dimeşînin, diyar kirin ku ev rewş bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Ji bilî tundiyê, zêdebûna fuhuş û bikaranîna madeya hişbir hin daneyên ku vê fikrê xurt dikin e. Jinên ku li dijî vê têdikoşin jî her tim dibin hedef. Ezgî Sîla Demîr, bi van gotinan rêxistinbûna xwe bi lêv dike dike:

"Damezrandina Rosa, pêvajoyek ku tayînkirina qeyûm a ji rêveberiyên herêmî, ango ji bo şaredariyên hilbijartî, dest pê dike. Ji hemû şaredariyên hatine bidestxistî re qeyûm hat tayînkirin û saziyên jinan bi taybet hemû sazî û rêxistinên têkildarî jinan dixebitin hatin girtin. Hema bêje hemû jinên li wir dixebitin jî hatin îxrackirin. Piştî pêvajoyek wiha em dikarin bi hêsanî vê yekê ji bo bajar û herêman, bi taybetî ji bo Amedê bi awayî hesan bibêjin, helbet ji bo parêzgehên din jî derbasdar e, lê ji ber vê valahiya hat jiyîn pirsgirêkên cidî derketine holê. Ji ber ku jin dikaribûn bi hemû saziyên di nava rêveberiyên herêmî de li ser hemû pirsgirêkên civakî û malbatî yên ku li vî bajarî jiyîn ragihînin, dikaribûn çareseriyan bigerin, muxataban dibînin, pirsgirêkên xwe ragihînin û mekanîzmayên ku dikaribûn serî li wan bidin hebûn. Serokatiyê Daîreyên jinan hebûn. Di bin banê serokatiya Daîreyên Jinan de gelek saziyên dixebitin hebûn. Hin ji van rêxistinan piştgiriya aborî, hin ji van jî jîngehek ji bo civakîbûnê misoger dikirin. Hin ji wan çalakî û xebatên komxebat pêk danîn û dîsa di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de karîbûn polîtîkayan biafirînin. Bi girtina van hemûyan re valahiyek pir cidî derket holê. Ji vê valahiyê jî Rosa avabû. Di rastiyê de encama vê pêvajoyê ye û ger hûn li lijneya damezrînerên me mêze bikin, piraniya wan ji hevalên me yên ku di vî warî de gelek ked dane pêk tê."

Ezgî Sîla Demîr, anî ziman li Amedê mîna Komeleya Jinan a Rosa pêwîstî gelek saziyên jinan ên ku dê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin hene û wiha dibêje: “Rast e gelek saziyên sivîl hene, lê hema bêje saziyên jinan ên ku bi taybetî di qada jinê de dixebitin qet tune bû. Bi awayekî xwezayî, dema li bajêr pêwîstek bi vî awayî çêbû, Rosa jî ji van rastiya avabû.”

Ezgî Sîla Demîr, diyar kir di esasê de di damezrandina xwe ya ewil a komeleyê de perspektîfa wergirtina serlêdanan tunebû û dest nîşan dike ku ji ber pêwîstî çêbûye qadek xebate hatiye avakirin û serlêdan jî tên girtin. Ezgî Sîla Demîr a ku dibêje, “Ji ber ku daxwazek wisa hebû û diviyabû ev daxwaz bihata pêkanîn. Piştre em di warê şêwirmendiya hiqûqî û şêwirmendiya derûnî de dest bi dayîna piştgirî kir. Di qonaxa em hatine de jî ev pergal hatiye rûnişkandin” diyar kir niha di mijara gelek serlêdan digrin, şopandin û çavderiya dozan an jî arasteyî piştgiriya derûnî dikin û şêwirmendiya hiqûqî de xebatên xwe didomînin.

Tundî her ku diçe zêde dibe

Nêrîna hevpar a hemû saziyên li qadê dixebitin ev e ku li Amedê tundî her ku diçe zêde dibe. Di rapora Tora Dijî Tundiyê ya Amedê ya salên 2021-2022'an hatiye amadekirin de; di vê wateyê de daneyên balkêş hene. Li aliyê din Komela Jinan a Rosa jî di xebatên xwe de bi Torê re hevkariyê dike. Li gorî vê raporê, tenê di salekê de li Amedê hezar û 240 zarok rastî tundiya zayendî hatin. Ev hejmar nîşan dide ku her roj 3 zarok rastî tundiya zayendî tên. Di sala 2022’an de serlêdanên der barê zarokan hatine kirin de di rêza yekem de cih digirt. Raporan dest nîşan dikin jin rastî tundiya fîzîkî, derûnî û aborî tên. Jin di gelek qadan de rastî wek xwekuştin, mirina bi guman, binçavkirin, êrîşa zayendî û bi darê zorê fuhûşê de û binpêkirinan tên. Tenê li gor nûçeyên di çapemeniyê de cih digrin, li Amedê heta meha Kanûna 2023’an 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin; mirina 3 jinan jî bi guman hat dîtin.

‘Di sala 2023'an de serlêdanên tundiya aborî zêde bûn'

Ezgî Sîla Demîr, balkişand bi torê re xebatên hevpar dimeşînin û der barê tiştên li bajêr diqewimin de wiha got:

“Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de gelek xebatên me yên hevpar hene. Em her sal bi rêkûpêk di Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de raporan li ser diweşînin. Li vir em bi analîzeke ji hewza daneyên saziyên din ên ku serlêdanan dikin ku gelek kategoriyên ku wek li Amedê di nava salekî de jin bi kijan sedeman serlêdan kirine, herî zêde ji kîjan tundiyê gilî dikin an jî daxwazên wan çi ne, bi dest dixin. Helbet jinan li gorî par îsal zêdetir serlêdanên bi navaroka aborî kirin. Mixabin tundiya fizîkî mijara her serlêdanê ye. Lêbelê, her çend tundiya ku piştî vê tê bi gelemperî tundiya derûnî an jî bedenî ye, her du veguherîn nîşan didin û îsal tundiya aborî di rêza duyemîn de cih girt.”

'Cûrên tundiyê zêde dibin'

Ezgî Sîla Demîr, da zanîn li bajêr kaoseke civakî tê jiyîn û wiha got: “Ev bajarekî ku rasterast ji pêvajoya siyasî bandor dibe ye. Ji ber ku rasterast ji pêvajoya siyasî bandor dibe, gelek bransên binî ya vê yekê hene. Gelek faktor vê yekê hene ku bandorê li jiyana civakî, jiyana wan a taybet û pêvajoyên derûnî dikin, ne tenê tundiya li ser jinê zêde bûye, pirsgirêka madeya hişbir jî derketiye pêş. Tê diyarkirin ku di nava ciwanan de pir belav bûye. Dîsa em dizanin polîtîkayên li ser jinên ciwan tên meşandin jî di vî alî de ne. Di vê derbarê de wek kişandina mirovan ber bi fuhûşê û madeya hişbir de daneyên pir cidî hene. Dema em behsa tundiya li ser jinê dikin, tenê wek tundiya fizîkî yan cînayetên jinê tê fêmkirin, lê ne wisa ye; gelek pêkhateyên vê hene. Ji ber ku hemû bi hev re di xalekî hevbirîn de ye, hem şeklê tundiyê diguhere û hem jî her ku şekl diguhere cûreyên tundiyê pir zêde dibin.”

‘Gelek katagorî tên axaftin’

Ezgî Sila Demîr da zanîn ku hemû tiştên ku hatî jiyîn raste rast bi polîtakayên şerê taybet ve girdêdayî ye û wiha got: “Derbarê ciwana de ev polîtaka tên pêkanîn, ev cûrên tabloyan derdikeve holê, di heman demê de ev qade qadek ku têkoşîn jêre were kirine, lê belê têkoşîn nayê kirin berovajî bi hinek bêcezatiyan em dibînin ku teşwîqî hinek tiştên din tên kirin; Em hertim tînin ziman, çawa ku polîtakayên bê cezatiyê bi awayek sistematik zêde dibe û berdewam dike. Li vêderê hemû cûrên tundiya ku jin rastî tên zêde dibe. Niha gelek katagorî tên axaftin.”

‘Em li beramberî polîtakayên dewletê ên zextê têkoşînê dikin’

Komeleya Jinan a Rosa, saziyek ku di hedefa polîtakayên şerê taybet deye. Jinên ku rû bi rûyî binçakirin, girtin û lêpirsînên ku tu caran bi dawî nabin tên, neçarin ku divê qadê de têkoşînê bikin. avahiyên komeleyê bi caran lêgerîn kirin û dest danîn ser evraqan. Hesabên banqayê hatin biloqekirin. Ezgî Sila Demîr derbarê jinên ku li dijî tundiyê têkoşînê dikin, çawa rastî tundiyê tên wiha anî ziman:

“Roza yek ji wan saziyên civaka sivîl ku herî zêde ji polîtakayên şerê taybet bandor dibeye. Ji ber li vê derê pêvajoyek pir alî heye, hem jî pirsgirêkên jinan gelek hesase û mijrek gelek berfirehe. Yek ji qadên herî zor ku têkoşîn lê were kirine. Bi vê aqlê hatî bicihkirin, li dijî wê ferzkirina civakê têkoşînê dike, di heman demê de em neçar dimînin ku li dijî zextên dewletê jî têkoşînê bikin, em rastî tacîza darazê tên. Evane hemû sîstematîk in. Hinek caran di nava salekê de ji yekê zêdetir, her sal bi awayek rêk û pêk rastiya ku binçavkirina kesan dibe malê komeleyê heye. Lê belê bi taybet ji dervayî lêpirsînên ku derbarê komeleyê tê kirin û lêpirsînên ku derbarê kesan de, dikin malê komeleyê û hewl didin xebatên komeleyê weke neqanûnî nîşan bidin.”

‘Daraza ji bo neqanûnî kirine weke amûrê di xebitînin’

Ezgî Sila Demîr bal kişand ser bûyerên ‘ecêb’ ên di  pêvajoyên darazê de û wiha dom kir:

“Niha aqil û mantiq heye, mêrek çawa dikare bibe endamê Komleya Jinan a Rosa. Lê belê em bûn şahidê vê jî. Yek ji mêrên ku hatine binçavkirin ji ber sûcê endamên Komeleya Jinan a Rosa bû. Em bi van cûrên tabloyan re rû bi rû bûn, saziyek ku bi awayek sistematik rastî tacîza darazê hatiye. Tacîza daraza ji xwe berhemen vê polîtakayên şerê taybet e. Em her carê vê tînin ziman. Li vêderê hinek rewşên ku em rastî tên li bajarên din ên Tirkiye nîne. Nêzîkatiyên li vêderê li wir nîne. Li wêderê dirûşme azadin, li  vêderê di çalakiyekê de destur nayê dayîn heman dirûşme bê avêtin. Ji ber hem manupule dikin û hem jî bi wateyên din ve girê didin û hem jî ji bo bê qanûnî bike weke amûrekê bikartînin. Lê belê ev tişta ku em dibêjin tacîza darazê, di heman demê de pêvajoya binpêkirina mafan li dijî mirovên ku mafê jinan di parêzin û ji bo vê jî têkoşînê dikine.” 

 ‘Jinên Kurd salek zehmet derbas kirin’

Ezgî Sila Demîr destnîşan kir ku li Amedê bi taybet jinan salek gelek zehmet derbas kir û wiha got: “Bi taybet di pêvajoya erdhejê de, mixabin birînên cidî çêbûn. Hem madî hem jî manevî bi rastî weke derûnî pêvajoyek gelek giran bû, jiyankirina vê pêvajoyê demek dirêj berdewam kir. Pêvajoya ku bi temamî li vêderê hatî jiyan kirin kaosa siyasî bû û tehrîbata erdhejê bi têkoşînê re derbas bû. 6 mehên destpêkê sala 2023’an bivî awayî derbas bû. Ji derveyî wê em gelek serlêdanan digrin. Derbarê bajaran de pirsgirêkên gelek cidî hene. Li vanderan giliyên cidî ên jinan hene. Dema ku me xebatên taxan da meşandin û dema em bi jinan re diaxivîn em vana bi awayek gelek asan dibihîsin. Ji derveyî vê jî pirsgirêkên bajar bi xwe hene. Pirsgirêkên ku siyasetmedar jiyan dikin gelek cûdaye. Ev oparasyonên ku li dijî rêxistinên civaka sivîl didin destpêkirin pirsgirêkek cûda ye. Sala 2023’an li gora salên din bi gelek alî û û tabloyek ne gelek cûda re mixabin derbas bû.”

‘Ji derveyî têkoşîna bi hevre şansek din ê me nîne’

Ezgî Sila Demîr amaje bi wê yekê kir Komelya Jinan a Rosa di her firsendê de bale dikêşe ser giringiya têkoşîna bi hevre. Divê wateyên de hinek şert û mercên bihevre xebatê hatine avakirin, li gel saziya jinan ji bo xebatê di nava peywendiyê dene û da zanîn ku rojevên hevpar em ava dikin û bi saya bi hevre xebatê de pêşdaraz û rewşa ne peywendiyan me derbas kiriye. Ezgî Sila Demîr derbarê pirsa ‘Çima têkoşîna bi hevre ewqas giring e?’ wiha bersîv da:

 “Pirsgirêka jina di heman demê de dirûşmeya hevpar e, ev dibe ku asan be lê belê gelek giring e. Em bihevre hêzin. Ji ber pirsgirêkên ku em têkoşîna wê dikin argumanên wê li vêderê dikare cûda be û di bingeh de ji ber hemane, ji derveyî têkoşîna hevpar tu şansek din ê me nîne. A ku me bi hêz dike, bi îrade dihêle, me têkoşer dike wateya ku em bi hevre didin jinê ye. Ji ber em vê dibêjin pirsgirêka jinên pirsgirêkek jortirî siyasetê cuda tu wateya wê nîne. Ji ber me ev hevparî pêkaniye, em dibin xwedî şansê hevalên me ên jin ên ku di qadên din de xebat didin meşandin vî dengî bilind bikin. Bi hevrebûn gelek giring e, ji ber hişmendiyek ku di nava civakê de hatî avakirin heye û şikandina vê hişmendiyê jî bi peywendî, nîqaş û xistina rojevê de dikare derbas bibe. Em jî derbarê vê de lêzivîrînek cidî digrin.”

 Jin wê di 2024’an de li qadan bin

Ezgî Sila Demîr bi bîrxist ku bi girtina 2023’an re bi heman biryardariyê têkoşînê bikin û got: “Emê cardin li qadan li gel jinan bin. Komeleya Jinan a Rosa ji bo derbaskirina pirsgirêka newekheviya zatendiya civakê xistiye di serê listeye de. Derbarê vêde li tax, kolan û malan emê hatine gel jinan berdewam bikin. Divê demê ku hilbijartina xwecihî nêz dibe de, jin wê 8’ê Adarê jî bi heman kelecanê amadekarî dikin. Ji bo têkoşîna li dijî cihêkarî, hemû cûrê tundiyê, parastina wekheviyê, ji bo bibin dengê aştiyê, ji bo civakek ekolojik û demokratîk, niha û piştre jî yek ji rêbazê herî bingehîn ê Komeleya Jinan a Rosa ne û wê jin di sala 2024’an de bi van rêbazan wê li qadan bin.”