Koçberên Efrînî: Em ji êrîş û topên dagirkeran tu carî natirsin

Koçberên Efrînê yên ku li gundê Um Hoşê yê kantona Şehbayê bi cih bûne teqez kirin ku li dijî her cure êrîşên qirker wê berxwedana xwe bilind bikin û teslîmiyetê qebûl nekin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Dewleta Tirk rojane bi êrîşên xwe, seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Ji 4'ê Cotmeha sala 2023'an û ve bi riya balafirên xwe yên keşfê binsaziya herêmê armanc girt û navendên xizmetguzariyê dike hedef, di meha Mijdara 2023'an de jî di encama van êrîşên hovane de 10 welatî  jiyana xwe ji dest dan gelek ji wan jî birîndar bûn. Her wiha nexweşxane û cihên tendirustiyê jî para xwe ji van êrîşan girtin û hatin hedef girtin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk li seranserî herêmê peyamên xwe yên berxwedanê û têkoşînê bi riya çalakî û bertekên xwe nîşan dan. Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne ji ber dagirkirina warên wan ji aliyê dewleta Tirk di 18'ê Adara 2018'an de û li gundê Um Hoşê ya kantona Şehbayê bi cih bûne ku ev gund jî li ser xeta sînor e û bi êrîş û topbaranê re rû bi rû dimînin, bertek û helwestên xwe  bi ajansa me re parve kirin.

'Em ji êrîşên dagirkeran natirsin'

Fatimê Reşîd diyar kir ku tu carî tirsa wan ji topên dijmin tune ye û berxwedana xwe ruxmî hemû êrîşan didomînin û got: "Em tenê ji bo domandina berxwedana xwe ji Efrînê koçber bûn. Em li xeta sînor dijîn rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî êrîşên xwe tînin ser me. Em tu carî hesaban ji dijmin re nakin û berxwedana xwe em ê heya dawiyê bidomînin. Di biryara ku me daye de ji bo domandina berxwedanê em tu carî ne poşmam in û me berdêlên giranbuha jî dan û em ê bidin jî. Em şopdarên riya pakrewanên xwe ne û li pey zarokên xwe yên di çeperên şer de ne. Bi êrîşan tu carî Kurd naqedin."

'Ji ber tendirustiya xwe nikarim xwe ji êrîşan biparêzim'

Fatimê Necar a bi temenê mezin e û ji ber nexweşiya xwe nikare bimeşe xuya kir ku wê heya dawiyê berxwedana xwe bidomînin û wiha got: "Em bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû dijîn. Dema obîs tên ez nikarim xwe biparêzim, ji ber lingên min diêşin nikarim bimeşim lê dîsa em di berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî dijmin de bi îsrar in. Li aliyekî bi êrîşan bi ser me de tên, li aliyê din jî ji ber dorpêçê mazot tune ye em xwe germ bikin."

'Berxwedan û têkoşîna me dê bidome'

Necah Reşîd bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin gel li herêmê bidin tunekirin û wiha axivî: "Li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewletaTirk a dagirker êrîşên xwe gel dike hedef û sivîlan qetil dike. Ji Şehbayê heya Dêrikê binesaziyên herêmê hedef digre, tu carî berxwedan û têkoşîna me dê raneweste. Erdogan bi êrîşên xwe nikare dawî li Kurdan bîne. Li Um Hoşê rojane êrîş û topbaran hene dîsa jî em ji vir dernakevin."