Jinên Suweydayê banga boykotkirina hilbijartinên Meclisa Gel kirin

Jinên Suweydayê ku li Qada Karama çalakiya xwe didomînin, banga boykotkirina hilbijartinên Meclisa Gel kirin û diyar kirin ku meclis xizmetê ji berjewendiyên gel re nake.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda - Xwepêşandanên ku di Tebaxa 2023’an de li Qada Karamayê ji ber berdewamiya şerê navxweyî û zêdebûna krîza aborî li bajarê Suweyda yê dikeve başûrê Sûriyeyê û civaka Durzî lê dijî, dest pê kiribûn, berdewam dikin. Ji gelek gundên girêdayî bajarê Suweydayê jî gelek kes beşdarî çalakiya ku duh li Meydana Karama berdewam kir, bûn. Di çalakiyê de banga boykotkirina hilbijartinên Meclisa Gel hat kirin û pankarta “Boykotkirina hilbijartinê mafekî neteweyî ye” hat vekirin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Baweriya me zêde bû dîwarên tirsê hatin şikandin’

Rîma Tayfour got: “Sedema ku îro mirov di bin sînorê feqîriyê de dijîn rejîma zalim e. Di cejnê de jî em nikaribûn ji zarokên xwe re cilan bikirin. Şert û mercên jiyanê ne tenê li bajarê Suweydayê, li seranserê Sûriyiyê pir zehmet bûne. Gelê me li bajarê Ceramane yê Şamê, bi mehan e nikare xizmetê bigre û gelek caran elektrîk û ava wan qut dibe. Gelê Ceramane bûyerên diiqewimin protesto dikin. Bi saya vê şoreşê em dikaribûn rastiyan bibêjin, vê yekê jî baweriya me zêde kir û dîwarên tirsê şikand. Di heman demê de, wê prestîja me vegerand ji ber ku gelê Sûriyeyê şiyar û xwenda ye.”

‘Ji bo li dijî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikim li qadê me’

Dayika çar ciwanên koçber Elham Al-Nabwanî wiha got: “Ji bo li dijî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikim li qadê me. Ji ber ku li dijî fikrên wan ên siyasî derketin bav, bira û zarokên min sê caran hatin girtin. Di destpêka krîzê de ji bo di nava jin û zarokan de tirsê bidin avakirin gule li mala bavê min barandin. Ji ber hikûmeta Şamê 14 sal in min malbata xwe nedîtiye. Yek ji sedemên ku ez berê xwe bidim protestoyan kêmaniya pêwîstiyên jiyanê bû. Di nava mehek û nîv de av tê û her pênc saetê, em carekê saetek elektrîk heye. Welatê me di aliyê çandinî û petrolê de yek ji welatên herî dewlemend e, dexlê me şewitandin, ji bo ku me bê bêhn bihêlin daran birîn. Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn em ê têkoşîna xwe ya li vê qadê berdewam bikin.”

‘Encam wê bandorê li pêşeroja zarokên me bike’

Ji jinên xwepêşander Rudaina Al-Hatib ev tişt got: “Em ê di 15’ê Tîrmehê de bibin şahidên hilbijartina Meclisa Gel. Erka zagonan ew e ku divê bi îradeya gel were kirin. Lê belê li welatên ku zilm li wan heye ev tenê weke xwepêşandan maye. Ji salên 1970’yan ve heta niha wisa berdewam dike. Bila kesên ku deng didin bizanibin; wê encam bandorê li pêşeroja zarokên me bike. Şert û mercên jiyanê yên aboriya xirab in, xizmet, siyaset û di gelek qadên din de bandorek neyênî li jiyana me dikin. Di bin van hemû lihevkirinan de îmzeya Meclisa Gel heye. Ji ber vê ev meclis, ji bo berjewendiyên gel kar nake. Ji bo vê yekê ji bo em ji zarokên xwe re welatek baş ava bikin, peyama min ji bo gel ew e ku hilbijartinê boykot bikin.”