Jinên Sûdanî di nava pevçûnan de ji bo jiyanê têdikoşin

Jinên Sûdanê, tevî binpêkirinên ji ber şerê ku ji salek e zêdetir e didome jî; ji bo xwe û malbatên xwe li riyên çareseriyê digerin. Jin bi piştgiriya ku didin hev, di nava şer, pevçûn û krîzan de hêviyê diafirînin.

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan –Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn didomin, bûn sedema krîza mirovî ya cîhanê ya herî mezin. Bi milyonan mirov ji cihên xwe bûn, ên herî zêde zirarê dîtin jî jin û zarok bûn

‘Jinên Sûdanê berxwedêr in’

Rojnamevan Taya Bedir El Dîn a girîngiyê dide mijar û rewşên jinan, tevger û çalakiyên jinên Sûdanê û hewldana wan a ji bo xilaskirina hev, bi berxwedanê bi nav kir û got: "Min gelek keçên ciwan ên 20 salî dît ku malbatên xwe xwedî dikirin. Jin tenê bi alîkariya malbatên xwe sînordar namînin, alîkariya gelek malbatên li kampên koçberiyê jî dikin. Berxwedana jinan di dema şerê li Sûdanê de zêdetir bû ji ber ku heta 30 salan di bin desthilatdariyê de bûn, desthilatdariyeke ku qet ji jinan hez nedikir hebû. Li dijî azadî pêşketin û fêrbûna wan bû. Piştî şer berxwedan domiya heta gihîşt astên din. Berxwedana li hemberî zihniyeta mêrsalar  xwedî bingeh bû, şer bi xwe jî wêneyek ji wêneyên mêrsalariyê ye."

‘Koçberên jin ên Sûdanê gelek zehmetiyan kişandin’

Taya Bedir El Dîn wiha domand: "Koçberên jin ji ber nebûna alîkariyan û pêdiviyên sereke gelek azaran kişandin û gelek binpêkirin li dijî wan hatin kirin. Her wiha gelek caran rastî tecawizê hatin û ev yek weke çekan li hemberî wan hat bikaranîn. Tecrubeya min a kesayetî tê bîra min. Malbata min ditirsiya, keç werin tecawizkirin an jî binpêkirinên fîzîkî li dijî wan çêbibin ji ber ev çeka şerê li Sûdanê ye û yekem tişt e Hêzên Piştgiriya Lezgîn dikin."

Taya Bedir El Dîn teqez kir ku jinên Sûdanê dê vegerin welatê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Azarên ku jinan kişandine êdî bi xwe re westandinê aniye ji ber wê dê rêbazên berxwedanê nû bi dest bixin û careke din welatê xwe ava bikin. Ez bi hêvî me Sûdan vegere demên berê û bi pêş bikeve."

‘Malbat ji bo pere zarokên xwe yên keç di temenê biçûk de dizewicînin’

Çalakvana jin Ehed Mihemed jî got ku ji ber şer jin ji derveyî tor û kombendên xwe yên civakî man, ji gund û bajarên xwe hatin qewitandin û wiha berdewam kir: "Vê belavbûnê jinan xist rewşeke jihevketî. Ewlehî nema û binpêkirinên herî xirab li dijî wan hatin kirin. Mînaka vê koçbera li Isyûbyayê bû, ji aliyê malbata ku bi wan re dijiya ve rastî tecawizê hat. Jin nikarin di warê tenduristiyê de kontrol bibin. Derman kêm in û diyardeya zewicandina di temenekî biçûk de derketiye. Malbat ji bo keçên xwe yên ku hê nebûne 18 salî hevjînan dibînin ji bo pere qezenc bikin. Ên ku herî zêde êş û azaran ji ber şer dikşînin jin in."

‘Jinan alîkariya hev kirin’

Ehed Mihemed behsa keda jinên Sûdanê yên li hemû cîhanê ji bo alîkariya jinên li herêmên şer û di kampên koçberiyê de ne kir û wiha got: "Gelek pêdivî hebûn, jinan ji hev re peyda kirin û alîkariya hev kirin. Hemû jî bi riya însiyatîfên cuda, mîna însiyatîfa "Milyonek wêneyên aştiyê." Her wiha toreke rêxistinî jî hebû alîkarî kir ji bo jinên rûbirûyî binpêkirinan hatine tedbîrên bi ewle bigrin. Her wiha kar li ser belgekirina binpêkirinan û nivîsandina tiştên ku jinên Sûdanî dijîn dikin. Hinek jinên din jî kar li ser pêşxistina aboriya koçberan kirin."

Her wiha diyar kir ku jinan ji ber şerê ku 15’ê Nîsana 2023’yan dest pê kiriye, gelek berpirsyarî rakirine û wiha domand: "Jinan malbatên xwe ji cihên şer derxistin her wiha hinekên din jî karên cuda ji bo debara malbata xwe kirin û di mijara derxistina malbatan ji krîzan de hişyar bûn. Di hemû rewşên zehmet de alîkariya gelek kesên din kirin. Divê binpêkirinên li dijî jinan ji hemû aliyan ve werin rawestandin. Pêwîstiya me bi rawestandina şer heye. Divê rêxistinên civaka sivîl zêdetir baldariyê bidin rewşa jinan a li welat."

‘Divê em ji bo jinan bixebitin’

Hiqûqnas û çalakger Suhad Mihemed Haşim jî got ku piştî sal û nîvekê ji nakokiyan li Sûdanê barên aborî û civakî li ser jinan bi rengekî mezin zêde bûye û wiha berdewam kir: "Divê em ji bo jinên binpêkirin li dijî wan dibin bixebitin. Divê ku rola me di derxistina hevgirtina jinan bi riya balkişandina ser rewşa wan her wiha belgekirina binpêkirinan hebe. Li aliyekî din jî divê em pêwîstiyên jinan bizanibin. Em hewl didin piştgiriya wan di aliyê civakî derûnî û pêdiviyên sereke de bikin. Piştî şer bi dawî bibe divê em rewşa jinan di aliyê hiqûqî û peydakirina ewlehiyê de bi riya piştgiriya beşdariya wan ji bo pêkhatina aştiyê bikin. Ji bo em beşdariya wan di pêşeroja siyasî de bixin bin temînatê û wan ji tundiya biparêzin; divê em wan xurt bikin û baldariyê bidin dozên wan."

‘Ji ber şer binpêkirina mafan zêde bûye’

Çalakger û lêkolînera civakî Sumeye Mûsa Adem a ku li ser dozên aştiyê disekine jî diyar kir ku piştî sal û nîvek ji şer, tevî hewldanên jinan ji bo derbaskirina zehmetiyan jî binpêkirin zêde bûne û jêder û xizmet jî kêm bûne û wiha dawî li axaftin axwe anî: "Divê em weke jin parastina dozên jinan bi giştî bikin. Şerê niha rû dide li ser bedena jinan e û divê em li benda rawestandina şer nemînin. Jin di dema niha de di hemû waran de kar dikin û bi hemû awayan hewl didin alîkariya hev bikin û xwe biparêzin."