Jinên Dêrazorê: Dewleta Tirk êrişî gel dike

Jinên Dêrezorê diyar kirin ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dike hedef, bang li saziyên navneteweyî kirin û xwestin ku bikevin nava liv û tevgerê.

ZEYNEB XILEF

Dêrazor – Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Jinên ji Dêrazorêdestnîşan kirin ku dewleta Tirk binesazî, nexweşxane û gelê heremê kiriye hedef û êrişan şermezar kirin. Jinan ji saziyên navneteweyî xwestin ku ji bo rawestandina êrişan bikevin nava tevgerê.  

‘Divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin’

Hevseroka şaredariya Gel li hecînê ya kantona Dêrazorê ev Rîm El Rewam êriş şermezar kirin û got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên leşkerî li dijî herêmên xwe bi tundî şermezar dikin. Ev êriş li dijî herêmên tijî sivîl pêk tên û binesaziya herêmê tê hedefgirtin. Dewleta Tirk bi riya siyaseta xwe hewil dide gelan birçî bike û aboriya wan têk bibe ji bo projeya Neteweya Demokratîk li herêmê bi bin bixe. Ez dewletên idîa dikin garantiya parastina gelan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, şermezar dikim. Ev garantî tenê li ser ragihandinê derdikevin. Heta niha destwerdaneke cidî ji bo sînordarkirina kiryarên dewleta Tirk çênebûne û hesab jê nehatiye xwestin"

Rîm El Rewam bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê bikin, parastina gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina destkeftiyên wan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker nikare di rewşa aborî ya zehmet a ku Rojhilata Navîn bi giştî têre derbas dibe şerê me bike. Divê civaka navdewletî bi giştî berpirsyariya tişta dibe rake û dagirkeriyê bidawî bike."

‘Em ê li ber xwe bidin û li kêleka hêzên xwe bin’

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Heyat El Ehmed got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî hovane ne û armanc dike binesaziya herêmê birûxîne û ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe. Em weke xelkên vê xakê amade ne li hember êrişan bisekinin. Em van êrişan di her kêlî û demê de pêşbîn dikin ji ber dewleta Tirk dijmin e gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwe. Dewleta Tirk projeya Neteweya Demokratîk weke gefekê li ser rewşa xwe ya hundirîn dibîne."

Di dewama axaftina xwe de Heyat El Ehmed wiha got: "Tişta dewleta Tirk dike ne mirovane ye û bêexlaqî ne. Zarok û welatiyên bê sûc di encamê de para xwe ji van êrişan dibin. Armancgirtina wan belgeya lawazbûna dewleta Tirk a dagirker e. Siyaseta wan ji her kesî re zelal bûye. Em weke jinên Dêrazorê dê berxwedana xwe dewam bikin û em ê piştgiriya Hêzên Sûryaya Demokratîk (QSD) bikin û em ê li ber xwe bidin."

Heyat El Ehmed ev yek jî teqez kir: "Divê sînorek ji van kiryaran re were danîn. Dewleta Tirk xetên sor derbas kirine ji ber wê em daxwaz ji Civaka Navdewletî û saziyên mafên mirovan dikin yekser bikevin tevgerê û van kiryaran rawestînin."