Endamên TAJÊ: Emê li dijî tundiyê kampanyaya xwe bihêz bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanyaya li dijî şideta ser jinê da destpêkirin. Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser giringiya kampanyayê axivîn. Jinan siyarkirin ku ew ê li dijî tundiya kampanyaya xwe bi hêz bikin.
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal- Bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) doh li sûka kevin bi daxuyaniyekê kampanyaya bi dirûşmeya “Li dijî şîdeta ser jinê, Jin, Jiyan Azadî” da destpêkirin. Dê kampanya heya 25’ê Mijdarê berdewam bike.
Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivîn.
‘Em xwedî îrade ne’
Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo da zanîn ku ewê her dem li hemberî işkencêyê bisekinin û wiha got: “Di serî de em niha li sûka kevin amade bûne, li vir em ser çi jî biaxivin wê ji bo me zehmet û giran be. Em şehîdên ku li vir canê xwe dane bibîrtînin. Îro weke tevger me li vir daxuyaniyek li dijî tundiya li ser jinê da. Biryarên ku herî dawî li dijî jinan têne dayîn pir xeter in. Mînaka wê jî qanûna ku Iraq dixwaze zarokên 9 salî bide zewicandin. Ev yek ji şêweyên tundiyê ye. Em weke jinên Êzidî vî tiştî qebûl nakin û çi jî bibe emê hemû jin bibin yek. Banga me li hemû jinan heye ji ber ku em piştgiriya hemû jinan dikin û ferq naxin nava ol û baweriyan de. Ya ku zilm dibîne jin e ne ol û bawerî ye. Em neheqiyê li ser jin qebûl nakin. Em tevgereke jin in, em xwedî xweseriyekê ne.”
‘Jin li her derê têdikoşin’
Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî jî da zanîn ku divê dawî li tundiyê were û wiha gotinê xwe berdewam kir: “Mixabin li her derê û her demê li hemberî jinan tundî tê kirin. Ev kampanyaya me wê ji 5’ê mijdarê heta 25’ê Mijdarê dewam bike. Êdî bes e ji zilma ku li ser jin tê meşandin. Di asta cîhanê de jinê serî rakiriye û tundiya heyî qebûl nekiriye. Jinên Êzidî jî serî rakirin û îro pêşeng in di asta tekoşînê de. Di çarçoveya kampanyayê de em ê semîner, meş û çalakiyan lidarbixin.”
‘Li hember tundiyê tekoşîn tê mezin kirin’
Endama meclisa Jin ya Sinûnê Delal Pîso da zanîn ku ew jî weke jinên Êzidî rastî ferman û zilmê hatin lê îro tekoşîn û pêşengtiya berxwedanê dikin û wiha pê de çû: “Em n li ser jinê şermezar dikin. Jinên Êzidî ferman û zilm dîtin. Li seranserî Iraqê tundî heye. Zewaca biçûk, pir jinî ev hemû şidet e. Em li dijî vê fikrê ne. Emê kampanyaya xwe li dijî van tundiyan bihêz bikin. Îro em weke jinên Êzidî xwedî rêxistin û tevgerin ku em li hember zilmê bisekinin. Em bi hêza xwe berxwedaniyê dikin. Jinên Êzidî çek rakirin û berxwe didin, YJŞ’ê hêz û pişta me ye.”