‘Divê pêngava azadiyê bi xurtbûnê bidome’
Berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amîne Xidiro der barê pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” axivî û diyar kir ku divê pêngav hîn xurtir were meşandin.
RAPERÎN BEKÎR
Heleb – Pêngava di bin dirûşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10’ê Cotmeha sala 2023’an de destpê kir û li zêdetirî 74 welatên cîhanê û Rojhilata Navîn belav bû, bi mezinbûnê didome.
Li dijî sîstema qirkirin û îşkenceya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê gelê herêmê ranewestiyan û fikrê wî weke fikrê xilasbûna ji zilm û desthilatdariyê bi nav dikin. Ji ber wê yekê gel daketin kolanan û beşdarî çalakiyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê kirin. Der barê çalakiyên ku di salekî de li Helebê ji bo daxwaza azadiya fîzîkîya Abdullah Ocalan hatine lidar xistin, Berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya bajarê Helebê Amîne Xidiro ji ajansa me re axivî.
‘Pêngav li her derê belav bû’
Helebê Amîne Xidiro di destpêka axaftina xwe wiha got: "Di destpêkê de pêngavên komkirina îmzeyan li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Piştre hemû pêkhateyên li herêmê bi vê pêngavê rabûn û ev pêngav berfireh bû. Li hundirê Sûriyê jî pêngavên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan belav bû mîna bajarên Laziqiye, Siwêda, Helebê û gelek çalakiyên piştgiriya vê pêngavê hatin lidarxistin."
‘Çalakiyên li Ewropayê dengek mezin vedan’
Emîne Xidiro wiha domand: "Li Misrê jiyana Rêber Apo tê şîrovekirin û gelek panelên elektronîk û panelên pênasekirina fikir û felsefeya Rêber Apo hatin lidarxistin. Girîngiya fikrê Rêber Apo di çareserkirina dozên girêdayî Rojhilata Navîn û dewletên Ewropayê jî hat nîqaşkirin. Li dewletên Ewropayê jî ev pêngav gelekî belav bû û gel li wan deran li dijî rûyê sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan sekinîn. Çalakiyên li Ewropayê dengek mezin vedan, gihîşt astekê yekîtiya Ewropayê û CPT behsa doza Rêber Apo bikin.”
"CPT bi erka xwe ranabe"
Amîne Xidiro bal kişand bêdengiya CPT ya li dijî tecrîd û îşkenceya ku li Îmraliyê didome û ev yek anî ziman: "Bêdengiya CPT der barê rewşa Rêber Apo de û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran sîstema qirkirin û îşkenceyê ji dewleta Tirk a faşîst hêsan dike. Rêber Apo girtiyekî siyasî ye û divê mafê wî di hundirê girtîgehê de hebe û karibe parêzerên xwe bibîne. Divê sîstema qirkirin û îşkenceyê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe ji ber ew nûnertiya hemû gelan dike û bûye sembola aştiyê."
Amîne Xidiro di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Piştî belavbûna fikrê Rêber Apo li Rojhilata Navîn û cîhanê em dibînin çawa gel azadiya xwe bidest xistine. Ji ber wê di nav çalakiyên li Rojhilata Navîn hatine lidarxistin insiyatîfeke Amazîxî ji aliyê Meclîsa Amazîxan ya cîhanî ve hat damezrandin. Ji ber dîtin tiştê Rêber Apo parastina azadiya wan û hemû gelan dike. Her wiha dozên jinan û dozên siyasî yên paşguhkirî û doza Kurdan jî dike."