Jinên Rojhilatê Kurdistanê li bendên kontrolê rastî tacîzê tên

Jinên bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku li bendên kontrolê yên li bajêr tên danîn rastî tacîz û heqaretan tên.

HEMA RAD

Sinê – Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, bendên kontrolê yên ku bi taybetî li ser ketin û derketina bajêr hatine danîn heta niha, nehatine rakirin. Piraniya temanê leşkerên li bendên kontrolê yên ji destpêka serhildanê ve hatine avakirin cih digrin di bin 18 saliyê de pir balkeş e.

'Ez bi gefa tundiyê re saetek hatim sekinandin’

Somata Zate ya ku ji ber ewlehiyê navê xwe ya rast bikar nayne, diyar kir ku li navçeya Baharan a Sinê wesayîta wê gelek caran hatiye lêgerîn kirin û wiha got: “Ez yek ji xaniyên li Baharan dirûnim. Rojên borî dema ez diçûm li malê li bendekê kontrolê hatim sekinandin. Bê sedem wesayîta min lêgerin kirin. Destpêkê ez ditirsiyam ku ji wan bipirsim ka hûn çi digerin lê paşê min pirs kir. Ji min re gotin ji ber ku erka xwe dikin nepeyivim û ger ez li ber xwe bidim dê teqez li min bixin. Saetekê min dan sekinandin.”

'Em ji tiştekî zewq nagrin’

Jina binavê N.F a ku li Sinê dijî jî wiha got: “Dema ez diçûm Merîwanê ji bo lêgerîn kirinê çend caran hatin sekînandin. Em êdî ji tiştekî zewq nagrin. Zarokên min ji maskeyên ku leşker bikartînin ditirsin. Carek ji bo ku min li hembere wan li ber xwe da, saetek min dan sekinandin û nehiştin ez biçim.”