‘Em weke Jinên Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Apo dikin’
Li Ranya ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê meşek hate li darxistin. Jinên bejdarî meşê bûne diyarkirin ku wê têkoşîn û xebata xwe dom bikin û wê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe bi awayek fizîkî azad bikin.
DÎVAN SÎHAD
Raperîn- Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê meşekê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan hate kirin. Meş ji parqa dayik hate ber deriyê baxê giştî yê Ranya berdewam kir.
Daxuyanî ji aliyê endma Tevgera Azadiyê Şadî Seed hate xwendin. Jinên bejdarî meşê bûne di derbarê komploya navnetewî de ji ajansa mere axivîn.
‘Em daxwaza azadiyê rêber Apo dikin’
Endama Tevgera Azadiyê Şadî Semed komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Ez 24’emîn salvegera komploya nanetewî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ev Komploya navnetewî bi alîkariya gelek dewletan pêkhatiye. Em weke jin û gelê Başûrê Kurdistanê divê em zextê li dewleta dagirker ya Tirk bikin, da ku Rêber Apo azad bibe. Ji ber Rêber Apo ne baweriya gelê Kurde, baweriya hemû cîhanê ye. Hewil dide li li Rojhilata Navîn û welatên cîhanê aştî pêkwere. Lê belê welatên sermeyedar û welatên serdest ji bo berjewedniyên xwe ev 24 sale vê komploya navnetewî di meşînin. Em li vê derê em hemû bi hevre bi yek dengî li Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku Rêber Apo di demek ji ya din zûtir bi awayek fizîkî were azad kirin.”
Şadî Semed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwaza min ji hemû kesên azadîxwaz û welatparêzan ewe ku bi yek dengî daxwaza bi awayek fizîkî azadiya Rêber Apo bikin. Raste Serok Apo niha li girtîgeha Îmraliyê ye, lê belê fikrek azad karek wisan kiriye ku fikrê bi milyonan Kurdan ji koletiyê azad kiriye. Em bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê divê rojê de em hemû daxwaz dikin Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bibe, heta Rêber Apo bi awayek fizîkî azad nebe, pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê çareser nebe, divê jin jî bi çalakiyên xwe li hemû cîhanê dakevin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.”
‘Ger mafê mirovan hebûya wê tectîd li ser Rêber Apo nebûya’
Kurdistan Helû Xerîb dayika sê Şehîdan komploya navntewî şermezar kir û got: “Rêberê Gelê Kurd, Rêberê exlaqî wijdanî û Rêberê gelê Kurde. Heta nih atiştek wisan li tu cihan nehatiye ditin ku Rêberek 24 salan di bin taecrîdek girankirî debe. Ger civaka navdeweltî û mafê mirovan hebûya wê Rêber Ocalan ne di bin tecrîdê de bûye. Hemû welatên navdewletî destê wan di vê komployê de heye. Em weke jinan bi ruh, can û hemû şêwazan emê têkoşîn û xebat û şoreşa xw eberdewam bikin heta ku em Rêber Ocalan azad bikin. Li hemû cihan mafê miroavn heye, lê belê li welatê me mafê mirovan nîne, li welatê me bi hezaran jin tên kuştin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû mirovan û ji bo hemû jinan bûye rêya azadiyê. Fikrê Rêber Apo di dilê hemû netew û gelan deye, em jî li ser fikrê û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin. Em weke jin bi tu awayî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo qebûl nakin, divê em hemû jin li dijî vê yekê xwedî helwest bin. Heta ku Rêber Apo bi wayek fizîkî azad nebe em jin û gelê Kurd azad nabin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.”