Derhêner Sepideh Farsî: Sînemaya dewleta Îranê tenê propaganda ye
Derhêner Sepideh Farsî got ku ew biryara Festîvala Fîlman a Berlînê ya ku fîlmên girêdayî dewleta Îranê ji lîsteyê derxistiye di cih de dibîne û diyar kir ku fîlmên dewleta Îranê tenê ji propagandayê pêk tên.
Navenda Nûçeyan– Festîvala Fîlman a Berlînale ya sala 2033’yan ku her sal di meha Sibatê de tê lidarxistin, îsal di 16 Sibatê de dest pê kir. Festîvala 73’yemîn a Mîhrîcana Fîlmên Berlînê dê heta 26’ê Sibatê bidome. Ji her derê cîhanê ji 20 hezarî zêdetir îmze davêjin bin vê çalakiya çandî. Ji hemû welatên cîhanê nêzî 400 fîlm beşdarî vê festîvalê dibin.
Ji bo sînemaya serbixwe piştgirî tê dayîn
Derhênera Îranî Sepideh Farsî ya li Fransayê dijî jî bi fîlma anîmasyon a bi navê “Siren/Peri Abadan” beşdarî Berlînalê bû. Sepideh Farsî, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser xebatên sînemagerên Îranî yên li surgunê û diyar kir ku sînemaya dewleta Îranê tenê propaganda ye. Sepîdeh Farsî biryara 73’yemîn Festîvala Fîlman a Berlînê ya ku fîlmên girêdayî dewleta Îranê ji lîsteyê derxistiye di cih de dît û got: “Ev biryar nîşan dide ku Berlîn piştgiriyê dide tevgera gel a li Îranê û sînemaya serbixwe.”
‘Ez aydê sînemaya serbixwe me’
Sepideh Farsî, li ser pirsa ew xwe wekî nûnera sînemaya serbixwe ya Îranê dibîne yan jî got: “Beriya her tiştî her kes nûnera xwe ye. Ez nûnera sînemaya serbixwe nîn im lê aydê vê sînemayê me. Di van salên dawî yên pîşeya min de li Îranê destûr nedan tu fîlmeke min. Hemû fîlmên min hatin sansurkirin. Li gorî min li Îranê pêvajoya goya ‘Hunera azad a şoreşger’ bi dawî bûye. Ez dibînim ku festîvala Berlînê ji bo sînemagerên serbixwe û şervanên azadiyê ronahiyek e, ez vê wekî pêşveçûn dibînim.”
Sepideh Farsî, piştî ku derhêneriya gelek dokumanter û fîlmên metrajdirêj kir, ji sala 2009'an ve bi wê fikra xwe ya pêşketî ji bo çêkirina fîlma yekem a anîmasyonê ya bi navê “Keça deryayê” dest bi xebatê kir.