Li Silopya ji bo jinên mexdûrên erdhejê kampanya piştevaniyê
Bi pêşengtiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê, kampanyaya alîkariyê ya bi navê "Piştgiriya Jinan bi Jinan re" hat destpêkirin. Hevseroka DÎSK’ê Siyajîn Buruntekîn go; ‘Êşa me hamûyan hemane’ û banga mezikirina piştevaniyê kir
Şirnex – Piştî erdeheja navenda wê Mereş û bador li 10 bajaran kir, kampanyayên piştevaniyê hatin destpêkirin. Li Şaredariya Silopiyayê jî bi pêşengtiya partiya Demoqratîk a Gel HDP’ê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sazi û weqfan kar dikin, niha jî li herêma erdhejê kampanyayên piştgirya jinan dane destpêkirin.
‘Piştgiriya ji bo kampanyayê mezin dibe’
Bi pêşengtiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, kampanyaya “Piştgiriya Jinan bi Jinan re” da destpêkirin. TJA, nûnerên DÎSK, Meclîsa Jinan a HDP'ê, KESK û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dan kampanyayê. Jinan li Midûriyeta Îtfaiyê daxuyaniya çapemeniyê dan û kampanya xwe ragihandin. Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn.
Banga piştevaniyê
Di derbarê mijarê de Hevseroka DÎSK’ê Siyajîn Buruntekîn axivî û wiah got: “Weke ku hûn dizanin me erdhêjeke gelek mezin derbas kir û vê bandoreke gelek mezin li ser me kir. Ji ber wê jî weke Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariya me kampanyayek da destpêkirin. Ev kampanyayeke ji bo jin û zarokane. Me lîsteya tiştên hewce derxist. Em jî dibêjin ku weke jinan em mil bidin milê hev û em ji bo vê kampanyayê bixebitin. Xebatên me nû dest pê kirin. Em dibêjin ev êş êşa me hemûyan e. Em jin pêşengtiya vê kampanyayê dikin. Ji ber vê yekê jî em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”