Jinên Misrê: Divê em li dijî sûcên li Efrînê tên kirin bibin yek

Jinên Misrê diyar kirin ku sûcên dewleta Tirk û çeyetên girêdayî wî yên li dijî jinên Efrînê dikin gihîştine asteke tirsnak û destnîşan kirin ku divê jin li hemberî wan kiryaran bibin yek û bertekên xwe nîşan bidin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre– Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên ku kantona Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine, sûcên li dijî jin û zarokan berdevam dikin. Bêdengiya hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî jî li dijî van kiryaran didome. Li Efrînê der barê du jinan de biryara darvekirinê ji bo 8 jinan jî biryara girtigehê hat dayîn. Aktivîstên jin ên Misrê der barê sûcên ku li dijî jin û zarokên Efrînê tên kirin de ji ajansa me re axivîn.

‘Li Efrînê tiştên diqewimin pir tirsnak in’

Parêzer û aktivîsta femînîst Dalîa Zakhary di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tiştên li Efrînê tên jiyîn pir tirsnak in û wiha berdewam kir: “Jin tên revandin, binçavkirin, mafên hemû jinan tê binpêkirin. Dagirker li Efrînê jinan dike hedef û mafê wan bi zanebûn binpê dike, hemû mafên wan tune dihesibînin.” Dalîa Zakhary di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî hatiye asteke şermê û wiha li ser zêde kir: “Li Şengalê jinên Êzidî yên di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên de weke 'kole' hatin dîlgirtin û hinek ji wan weke serdema navîn li bazaran hatin firotin, hê jî di bîra me de ye.”

‘Divê jin  li dijî polîtîkayên şer bên parastin’

Dalîa Zakhary Dalia Zakhary bi bîr xist ku jin ji êrîşên li dijî wan hatine kirin de, ji bo rizgar bibin wê gelek sal pêwîst bin û got: “Ev hikûmet dê ji ber sûcên ku kirine bên darizandin. Jin di dema şer de tên îstîsmarkirin û bedelên şer didin. Divê jin li dijî polîtîkayên şer bên parastin.”

‘Cezayê darvekirinê ne li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye’

Parêzer û seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Misirê ya Parêzerên Jin û Mafên Jinan Heba Adel jî da zanîn ku li Efrînê cezayê darvekirinê, revandin, cezayê girtigehê yên didin jinan hemû sûc in. Heba Adil destnîşan kir ku cezayên bêyî ku derfeta parastina hiqûqî bidin wan, ne li gorî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e û wiha pê de çû:

“Pêwîst e civaka navneteweyî li mekanîzmayên darizandina wekhev û pêxinker bigere. Polîtîkayên şer encama têkilî û berjewendiyên navbera welatan in. Sîstemên desthilatdar hewl didin cîhanê bixin bin kontrola xwe. Statuya jinan jî li gorî hereman tê guhertin. Ji ber vê yekê standartên wekhev divê bên avakirin. Ev standart divê ji bo her kesê derbasdar bin. Hiqûq amûrek e ku çi dibe bila bibe divê ji bo hemû mirovan wekhev be.”

‘Divê jin bertekên xwe nîşan bidin’

Rojnameger Şaîma Al-Şawarbî jî diyar kir ku revandin, qetilkirin û cezayên darvekirinê binpêkirina mafên mirovan in û wiha got: “Divê li dijî vê yekê têkoşîn hebe.” Şaîma Al-Şawarbî di berdevamiyê de amaje bi wê yekê kir ku mafê parastinê jî nedane jinan, pêkanîneke neheq û kêfî ye û wiha anî ziman: “Li Efrînê bi rêbazên girtin, revandin û destavêtinê maf û azadî tên binpêkirin. Divê jin bibin yek û li hember van polîtîkayên li dijî demokrasiyê bertekên xwe nîşan bidin.”

‘Sakîne Cansiz mînakeke jinên bê hêz e’

Şaîma Al-Şawarbî di dawiya axaftina xwe Sakîne Cansiz a ku bi du hevalên xwe re li Parîsê hatibû qetilkirin weke mînak nîşan da. Şaîma El-Şewarbî bal kişand ser pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê "Jiyana min her dem şer bû" û wiha got: "Çend roj berê me qala bîranînên Sakîne Cansiz kir û di pirtûka xwe de behsa têkoşîna xwe dike. Bi salan li ber xwe daye û ji bo şiyarbûnê xebitiye. Ketiye zindanê û gelek caran ji sûîqestan xelas bûye. Di Çileya 2013’an de hat qetilkirin. Sakîne Cansiz mînakeke xurt a jinan e ku nasnameya xwe diparêze û ji bo azadî û serxwebûnê têkoşiyaye."