Jinên ji Efrînê: Hêvîya me vegera Efrînê ye
Jinên Efrînê yên ji ber dagirkeriyê berê xwe dabûn Helebê û li wir dijiyan, ji ber erdhejê carekê din berê xwe dan kantona Şehbayê. Jinan zehmetiyên ku dikêşin anîn ziman û gotin, “Hêviya me vegera Efrînê ye.”
HESNA MIHEMED
Şehba- Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk a dagirker bi komên çete yên girêdayî wê re êrîşî kantona Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, bi çekên herî giran û qedexekirî ev êrîş pêk hat. Gelê herêmê 58 rojan berxwedana xwe li hemberî êrîşên qirkirinê berdewam kir û di 18'ê Adara wê salê de dewleta tirk Efrînê dagir kir. Ji bo parastina rûmeta xwe bi sedhezaran kes ji warê xwe koç bûn û berê xwe dan kantona Şehbayê. Ji ber ku Şehba herêmek biçûk e û her çendî malbat di malekê de dijiyan, hinek ji şêniyên Efrînê ji bo debara xwe bikin careke din koçber bûn û berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û berxwedana xwe li wir domandin.
Di erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû, gelek bajarên Bakurê Kurdistanê zirarên mezin dîtin, li herêmên Sûriyeyê jî erdhej hat hîskirin û li li çend bajaran ziyanên madî û canî çêbûn, bi taybetî li bajarê Helebê ku avahiyên ku gelek kes li wan diman ji xwe ji ber şer derbexwaribûn, hin ji wan hilweşiyan. Ji bo xweparastina ji van ziraran gel dîsa koçber bû, careke din vegeriya Şehbayê ji bo ewlehiyê. Jinên ku ji Helebê hatine Şehbayê çîrokên xwe ji me re anîn ziman.
Ji ber erdhejê em vegeriyan Şehbayê
Emîna Xelîl behsa koçberiyên xwe di vê jiyanê de kir û got: "Em ji Efrînê ji ber top û êrîşên dewleta tirk koçber bûn û me berê xwe da kantona Şehbayê. Em nêzî 6 malbat di malekê de dijiyan ev jî dibû sedem ku zehmetiyên jiyanî derkevin holê ji ber Şehba biçûk bû, derfetên jiyanê gelek kêm bûn. Lewre me berê xwe da bajarê Helebê û li wir berxwedana xwe domand. Em heya sibehê li ber baranê bûn ji ber vê yekê me careke din berê xwe da Şehbayê. Niha li malê ew û xwişka xwe di kampê de dijîn. Zêdetirî 20 rojan e ji malên xwe koç bûne û li Şehbayê dijîn."
‘Heviya me vegera Efrînê ye’
Rola Hemo jî diyar kir ku jiyana wan her dem koçberî ye û wiha got: "Em ji Efrînê ji ber topên dagirkeriyê koçî Şehbayê bûn, piştre koçberî Helebê bûn, niha jî dîsa em hatin Şehbayê. Di encama erdhejê de malên me li Helebê hilweşiyan û hinek ji wan jî derbe xwarin, êdî em nikarin careke din di wan malan de bijîn. Ez niha li mala xizmên xwe me. Em nizanin em ê çend carên din koçber bibin. Sê zarokên min ên biçûk hene, ji bo parastina wan ez ji Helebê hatim. Hêviya me tenê ew e ku em vegerin Efrînê."