Jinên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê: Hebûna DAIŞ’ê metirsî ye

Jinan piştgirî dan biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehan û diyar kirin ku hebûna DAIŞ'ê ya ku dema herî bi êş bi wan dan jiyîn, hîn jî li ser jiyana wan xetere ye.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewletan xwest ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ’ê vegerînin welatên wan. Lê piştî ku ev bang nehatin bersivandin, Rêveberiya Xweser di 10’ê Hezîranê de biryar da ku zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên herêmên wan bên darizandin. Hate diyarkirin ku endamên DAIŞ’ê dê li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî di bin sîwana Dadgeha Parastina Gel û Meclîsa Dada Civakî de bên darizandin.

Malbatên şervanên ku di têkoşîna rizgarkirina herêmên di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, piştgirî didin biryara Rêveberiya Xweser. 

 ‘Me tu deman evqas êş nekişand’

Meryam Musa ya 60 salî ye diyar dike ku herêma Sirînê dema dibin kontrola DAIŞ’ê de bû êş û trajîdek mezin jiyan kir û wiha got: “Me ewqas êş, zordarî, tirs û kêmkirin me nedîtibû, gelek kesên bêsuc û bêguneh hatin qetil kirin. Carek ciwanek anîn qada bajêr û bi rêbazên hovana qetilkitin, lewra gel gelek êş kişand. Îro piştî rizgarkirina bajarê Sirînê bi saya xwîna zarok û şehîdên xwe em li ser axa xwe bi aştî û aramî jiyan dikin. Zarokên me ji bo em jiyaneke azad aram bijîn canê xwe fedakirin. Çeteyên DAİŞ’ê ne tenê gel qetilkir, malan jî hilweşandin. Mala min ya li gundekî Sirînê jî hate hilweşandin.”

Meryam Musa destnîşan kir ku kurê wê tevlî nava refên QSD’ê bû, beşdarî rizgarkirina herêman û bajaran bû û di pêngava rizgarkirina Baxozê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Meryam Musa  der barê piştgrîdana xwe ya biryara Rêveberiya Wweser de wiha got: “Ez wek dayîka şehîdekî piştgiriyê didim biryara Rêveberiya Xweser ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin. Ji bo em bi aramî û aştî bijîn, divê werin darizandin. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê gelê sivîl qetil kir, bila  ew jî li ber çavê hemû cihanê bên cezakirin.”

‘Hebûna wan ji bo me metirsiyek e’

Bahiya Elî ya 38 salî jî da zanîn ku hevjinê wê di nava refên QSD’ê de tevlî şerê dijî DAIŞ’ê bûye û di pêngava rizgarkirina bendava Tişirînê de ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatiye qetilkirin wiha got: “DAIŞ bi dizî ketibû herêmê, piştî herêmê xistin bi kontrola xwe gelek zordarî li ser gelê sivîl kirin û jin û zarok jî di nav de bi awayekî hovanê gel qetilkirin. Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de herî zêde jin û zarokan êş jiyan kirin û rastî zordarî, êşkence û tundûtujiyê dihatin, zagonên hovîtî  û cezayan li beramberî jinan pêkdianîn. Em dikarin bêjin herî zêde jinê êş dikişand di hemû aliyan de û ji hemû mafên xwe bêparbûn, lê hêzên me şer kirin û dawî li DAIŞ’ê anîn. Lê belê bi temamî paqij nebûn hîne çeteyên DAIŞ’ê li herêmê mane. Pêwist bû ji destpêkê ve biryar li ser DAIŞ’ê bihate girtin ji ber hebûna wan li ser jiyana me metirsiyeke, lewra divê Rêveberiya Xwesr bi lez biryara dadgehkirina wan bigre û biyaniyan tevî zarokên wan û jinan bişînin welatê wan.”

Sê kurên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate qetilkirin

Hîlala Dakdok ya 67 salî diyar kir çeteyên DAIŞ’ê zarokek wê qetil kiriye û ser mala wan de girtiye û zarokek din yê wê girtine û dest danîne ser hemû tiştên wan û  got: “Ez li her derê Minbic û Reqa li zarokê xwe geriyam, çeteyên DAIŞ’ê ji min re gotin wan zarokê min qetilkirine û cenazeyê wan avêtin pêş lawiran, lê min hêviya xwe qutnekir ez lê digerîm. Dema ez cara dawî çûm gel wan ji min re gotin ger tu nesekinî em ê hevjinê te jî bibin. Piştî demekê me bihîst otomobîla kurê min li bajarê Reqayê ye, em çûn lê bigerin û agahiyan bigrin, lê min kurê xwe ya din jî windakir.

Kurê min ê seyemîn jî tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û ew jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hate şehîd xistin. DAIŞ’ê tenê li dijî gel kuştin, êşkence, revandin û destdirêjî bikartîne. Ez bi êşa windabûna şehîdbûna du zarokên û dîlgirtina zarokek xwe ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, çawa piştgiriya biryara darizandina wan nekim. Ez heta dawiyê piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser dikim û dixwazim demil dest çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin.”