Jinên Efganî di dorpêça Talîbanê de dixwînin

Jinên Efganî yên ku di enstîtuyên perwerdehiyê de dixwînin, ji ber ku enstîtu bi biryara Talîbanê hatin girtin, çalakiyên protestoyî li dar dixin. Jin dibêjin “Talîban ji hêz û çeka di destê xwe de bawer e lê ewê rojek bê, ev tarîtî bidawî bibe.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl - Piştî ku Talîban rêveberiya Efganistanê desteser kir, mafên jinan bi awayekî berfireh hatin kêmkirin. Herî dawî jî, enstîtuyên perwerda jinan hatin girtin. Der barê bajarên Efganistanê de raporek hat amadekirin.

Di serdemeke nêz de Talîbanê xwe spart yasayên xwe yên ku dijminê jinan in û enstîtuyên perwerdê yên jinan girtin. Piştî ku li Efganistanê Talîban desthilatiyê girt, navendên perwerdê, zanîngeh, dibistan, cihên şoxûşengê û ofîsên cemaweriyê  û sektora taybet hatin girtin. Cihê ku jinan dikaribûn bixebitin û perwerde bibin, tenê sektora tenduristiyê bû. Di vê sektorê de jî hat ragihandin ku serdemek, pêdivî bi bijîşkên jin tuneye. Piştî ku bijîşkên jin xwe li hember vê yekê neqayîl kirin  Talîban neçar ma paşve gav bavêje.

Bandorên qedexeya perwerdê

Vê carê jî enstîtuyên taybet ên ku perwerda hemşîretî û pîrektiyê ev du sal in tê dayîn, hatin girtin. Li bajarên ku avhewaya wan germ e perwerde didome. Li herêmên sar jî Talîbanê tam di dema ku ewê êdî azmûn çêbin de, ragihand ku jin êdî nikarin perwerde bibin. Rêveberên herêmên sar ji Talîbanê xwestin ku ji bo temamkirina azmûnan 15 roj qewl bide wan.

Ji bo ku ku rewş baştir bê fêmkirin, bi xwendekarên ji herêmên cuda re hevpeyvîn hatin kirin. Jinên ku hestên xwe anîn ziman, dan zanîn ku tu hêz nikare mafê wan ê perwerdê ji destê wan bistîne. Şaziye Vefa ya ku li Kabîlê xwendekar e, diyar kir ku ji bo perwerda xwe çûyî dibistanê lê rastî astengiyê hatiye. Şaziye wiha got: “Serê sibê wek her favê min xwe hazir dikir ku herim dersa xwe. Lê berpirsê enstîtuya me ji me re got ku êdî emê nikaribin perwerda xwe bidomînin. Min nexwest bawer bikim. Me xwest dersên xwe bidomînin. Gava em gihîştin ber deriyê enstîtuyê, em rastî endamên Talîbanê hatin. Li ber derî sekinîbûn, nedihiştin ku jin dakevin hundir. ”

Talîban ji jinên perwerdekirî ditirse

Xwendekara Baglanî Nasîme Velîd, anî ziman ku Talîban ji jinan û jinên perwerdekirî ditirse. Nasîme wiha got: “Ji ber ku di destê wan de hêz û çek heye, hewl didin ku me ji perwerdê bê par bihêlin. Lê roj wê bê, ev hêza wan a sexte, ji aliyê destên bi hêz ên jinan ve bê rûxandin.” Fuzie Zarif a ku li Nangarharê xwendekar e, diyar kir ku Talîban dixwaze azadiya wan sînor bike û wiha got: “Lê carna tiştek jibîr dikin; emê zanebûn û perwerda ku me bidest xistiye, tu car ji bîr nekin.” Sema Safa ya li Taharê xwendekar e, hestên xwe yên li hember van qedexeyan bi van gotinan anî ziman: “Gava ku ez qedexeyên pêkanî yên Talîban li hember jinan dike dibhîzim, ji aliyek ve pê diêşim ji aliyê din ve jî hêviya min zêde dibe. Me wek hêmanek bi hêz a ku pergala wan dike xeterê dibînin. Ev yasa min kêfxweş dikin û baweriya min a ji bo rûxandina wan, xurt dike.”

Têkoşîna yekîtiya jinan

Jinên ku hevpeyvîn bi wan re hatine çêkirin, behsa piştevanî û yekîtiya li Efganistanê kirin. Di nav wê rojê de, li ber enstîtuyên ku hatine girtin ji aliyê jinan ve çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Talîbanê li hinek deveran gule berî hewayê da û zext da ser jinan da ku protestoyan bidawî bike. Lê ev hewldanên wan bê encam man. Polîtîkayên pêkutîhez ên Talîbanê ku li hember jinan dimeşîne, li Efganistanê bandora xwe li gelek sektoran kir.  Bi taybetî sînorkirinên li qadên perwerdehî, tenduristî û wekî din, jiyana jinan tengavtir dike. Sînorkirinên ku ev du salên dawî ne Talîban pêk tîne, hem nahêle ku jinên Efgan xwe bighînin perwerdê, hem jî derbeke li têkoşîna mafên jinan a di nav  civakê de dixe.

Protesto û bibiryariya jinan

Jinên ku di çalakiyên protestoyî de gihîştin hev, anîn ziman ku ne tenê ji bo mafên xwe yên perwerdê, her wiha ji bo maf û azadiyên xwe yên bingehîn jî têdikoşin. Jin dibêjin tevî tundî û zextan jî ewê paşve gav navêjin. Xwendekarek jin ku beşdarî çalakiyan dibe, wiha got: “Zexta Talîbanê çiqas zêde dibe bila bibe, nikare bibiryariya me bişkêne. Perwerdehî mafê me ye û em ê vî mafê xwe paşve bistînin.”

Bangewaziyên ji bo piştevaniya civakî

Jinan ne tenê di nav Efganistanê de, her wiha di qada navnetewî de jî bang li civakan kirin ku destek bidin wan. Bi taybetî ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re diyar kirin ku pêwîst e li hember binpêkirinên mafan ên jinên di bin desthilatiya rejîma Talîban de dijîn, helwestek çalaktir nîşan bidin. Xwendekarek jin dibêje ku “Pêwîst e em dengê xwe bi dinyayê bidin bihîstin. Ne tenê jinên Efgan, divê dinya bi me re be.”

Hêviyên ji civaka navnetewî
Binpêkirinên mafên jinan ên ji aliyê Talîbanê ve, ji aliyê civaka navnetewî ve gelek caran hat şermezarkirin. Lê piraniya van bertekan, ji çareseriyên pratîk û ji çalakiyên berbiçav dûr in. Jinên Efgan dixwazin ku civaka navnetewî di şûna qaşo şermezarkirinan de, divê ceza û zextên polîtîk bidin rejîma Talîbanê. Aktîvîstek mafên mirovan dibêje ku: “Ji bo rawestandina Talîbanê, tenê rêyek heye. Divê li dinyayê tenê bê hiştin. Lê ev tenê bi têkoşîna jinên Efgan nabe. Divê civaka navnetewî jî tevkariyê bide.”

Jinên Efgan tu car serî netewandin

Digel hemû van zextan jî, jinên Efgan hêviya xwe ji pêşerojê wenda nakin. Piraniya jinên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin, bawer dikin ku pergala heyî ya Talîbanê ewê nikaribe hebûna xwe demeke dirêj bidomîne, jin ewê mafên xwe yên perwerde û azadiyê ji nû ve bistînin. Xwendekarek jin dibêje ku “Ev rojên tarî, ewê derbas bibin. Jinên Efgan tu car serî netewandin, ji niha û pê de jî ewê netewînin. Perwerdehî mafê me ye û emê vî mafê xwe paşve bistînin.”