Jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên xwe nîqaş dikin

Jinên ciwan yên Herêma Başûrê Kurdistanê li ser pirsgirêka koça ciwanan, nerzîbûnên xwendevanan, nebûna perwerd û rêyên çareseriyan de nîqaş dikin.

TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Silêmanî – 4’ê Kanûnê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Başûrê Kurdistanê li ser mijara nebûna perwerdeyek baş û rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên ciwanan ên dibin sedema koçî welatên dervekirinê bi navê ciwan û niştîman konferansek hat lidarxistin. Di konfaransê de ciwanan behsa pirsgirêka ciwanan û bandora sîstema sermayedar, perwerde, medya û dagirkeriyê û rêyên çareseriyê kirin.
Edamam Lijneya Xebatên Amadekariyên Konfaransê Şeyda Reûf diyar kir ku pergal hewil dide ciwanan ji xaka wan sar bike, hêz û îradeya wan bişkênin û got: “Hemû behsa pirsgirêkan dikin, lê belê kî çareserî radixin ber çavan. Li ser mijara ciwan û niştîman xebatên me dewam dikin û armanca me ewe ku em rêyek ya çareseriyê bê rêgez û cûdahî aliyên siyasî çareseriyekê ji bo ciwana bibînin.”
"Êdî demê çareseriya pirsgirêkan hatiye"
Ciwana bi navê Lava Adil Şerîf a ji bajarê Kerkuke û xwedî dîplomeya master a zimanê Îngiliziye bi bîr xist ku deshilatê tu îrade ji bi ciwanan re ne hêlaye û bê êviyê bi wan re çêdike, ji ber wê jî êdî ciwana nizanîn armanca wan çiye û rêya rizgariyê ji bo xwe weke koçkirina ber bû Ewrupayê dibîne û wiha dom kir: “Ciwan bêyî ku armancek ya wan hebe koç dikin û dizanîn ku jiyana hemû ciwanên li Avrûpa arame lê belê armancên wan yên din, bê guman bersîva vê nexêre û li welatê xwe dema ku hewil bidin dikarin armancên xwe pêkbînin û hemû tişt bi hewildanê çêdibe. Nabe ku ciwan çav li ezmunên din bikin û tu hewil nadin ji ber sîstemek xira, pirsgirêkên siyasî heye û divê li her deverekê şerek rû bide, ev pirsgirêk hemû welat û cihek bi bi şêwazê cûda heye, ji bo wê divê ciwanên me armanc û hewil bidin û bizanin çi divên. Divê dawî li axaftinê binin û li pey pirsdirêkê bikevin û bizanîn pirsgirêkên xwendevan, mamosta û karmendan çine û ji bo wê çaresî bibînin.”  
"Desthilatdar pirsgirêkan kurtir dike"
Xwendevana zanîngehê Şemyan Îhsan ku bejdarî çalakiya xwepêşandana xwendevanan bû da diyarkirin ku aramanca wan a xwepêşandanê bi destxistina mafê xwendinê bû û got: “Dama ku desthilat têkelî hamû aliyê jiyanê dibe bi xwe pirtukxane û cihên giştî dem di şewitadin di bêjin xwendevanin, lê belê hemû bi xwe wê rastiyê dizanin ku xwendevanên zanîngehê tiştên wisan nakin. Xwepêşandan dengê xwendevanane lê belê carek din aliyên partiyan êrîş kirin da ku xwendevan û gel çalakiyan nekin. Pêwîste xwendevan werin hişyarkirin da ku xwepêşandana xwendevanan encamek baş bi dest bixwe.”
"Divê em ciwan bi xwe li rêyên çareseriyê bigerin"
Xwendevana zanîngehê Lanya Eta jî di derbarê giringiya xweperwerdekirin ciwanan de wiha got: “Dema ku te xwe bi xwe perwerde kir û bû xwedî fikir kesek din nikare te kontrol bike, ji ber wê desthilat hertim kontrola wan kesên ku xwedî îdolojiyek kêm dikin. Ji bo wê xweperwerdekirina ciwanan di be alîkar ku ciwan nebin makîneyek şikandî ya mirovatî û nebin amurê sîstemek xirabûyî. Sistema sermayedar wisan li kesên me kirine êdî ciwanên me xwe nas nikan nizanin çidikin. Evane hemû karê sîstema sermayedarin da ku kesan kontrol bikin. Ji bo wê dema kesek sîstema sermayedar nas bikin dikare li pey çareseriyê jî bigere û li dijî wê bisekine, kesê ku hişyar dikare derdore xwe ji şiyar bikin.”
"Çareseriya xwe rêxistinkirin hişyarî û bûyîna xwedî fikire"
Çarxan Çumanî xwelkê navçeya Çumane û xwendevana zanîngehê ye dibêje: “Dagirkeriya ser xaka me bandore serkeye ji bo nehêlana îradeya welatparêziya Kurd e. Li Behdînan û Şêladizê cihê herî zêde baregihên dewleta Tirk lê heye û hertim sînor ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tê bombabaran kirin. Ciwan jî bê hêvî dibin û berê xwe didin koçberiyê gelek serhildan destpê kirin û bi dawî bûn hertim hêvî hebû, ji bo wê divê ciwan carek din bi hêvî bibin û hestê welatparêziyê zindî bikin. Dewletên dagirker ne tenê bi rêya leşkerî bi rêya xweza, huner, çand û medyayê hewla dagirkeriyê didin. Çareseriya vê jî xwe rêxistinkirin hişyarî û xwedî fikirbûne.