Jinên Şengalê: Em dixwazin rewşa Rêber Apo bizanibin

Piştî erdheja ku li Marmarayê çêbû, fikarên gelê Kurd ên ji bo Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan zêde bûn. TAJÊ bi daxuyaniyek xwest ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were zanîn hevdîtin pêk were.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber meclisa jinan a navçeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek bi beşdarbûna hemû endamên sazî û dezgehên navçeya Sinûnê û gundewarên wê da. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hat dayîn.

‘Rewşa Rêber Apo ketiye metirsiyê’

Şemê Remo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser lîstikên dagirkeran ên li ser Îmraliyê û wiha got: “Destpêkê hewl dan Rêber Apo jehrî bikin, piştre gotin agir bi Îmraliyê ketiye. Niha jî dibêjin erdhej li Îmraliyê çêbûye. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku di demeke nêz de hevdîtin pê re kirin, riya hevdîtina bi malbat û parêzeran re vekin.”

‘Pêwîst e tu kes bêdeng nemîne’

Şemê Remo bang li her kesê kir ku ji bo zelalkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîst e li ser piyan bin û wiha got: “Em weke civaka Êzidî bang li hemû Êzidiyan dikin, bang li Kurdan û mirovahiyê dikin. Pêwîst e malbat û parêzer biçin hevdîtinê bikin. Weke civaka Êzidî çi ji me were xwestin em amade ne û li ser piyan e ji bo azadiya rêberê xwe.

‘Heya dawiyê em bi Rêber Apo re ne’

Ji çalakvanên ku beşdarî daxuyaniyê bûn Mehwer Îsmaîl axivî û da zanîn ku heta rewşa heyî zelal nebe ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Dilê me êşiya dema ku gotin erdhej li Îmraliyê çêbûye. Heta ku em rewşa Rêber Apo zelal nekin em ê li ser piyan bin û têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em ê her dem li rêberê xwe xwedî derkevin. Azadiya wî azadiya me ye. Pêwîst e civaka me ya Êzidî li ser lingan be ji bo azadiya wî û heta dawiyê em bi wî re ne.”

‘Bi dil can û jiyana xwe em bi rêber Apo re ne’

Endama meclisa jinan a gundê Borik Tewrê Borik axivî û da zanîn ku ew heta bigihîjin armanca xwe wê her dem li ser piyan bin û got: “Erdheja ku li Îmraliyê çêbûye fikarên me yên der barê rewşa Rêber Apo de zêde kir. Ji bo wê jî îro em li vir kom bûne û daxuyaniyê didin. Pêwîst e hevdîtin pê re çêbibe û wî zelal bibe. Parêzerên wî nikarin serdana wî bikin, nahêlin malbat biçe hevdîtinê. Em bi dil, can û jiyana xwe bi Rêber Apo re ne. Zarokên me yên biçûk jî dema ku diaxivin, dibêjin em dixwazin Rêber Apo azad bibe û were Çiyayê Şengalê.”