‘Jîna Emînî bû kabûsa pergala hêzên desthilatdar a Îranê’

Pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb û Suryan li ser salvegera serhildanên li Îranê teqez kirin ku serhildana li Îranê di bin dirûşma Jin Jiyan azadî de çêbû, veguheriye şoreşa sedsalê û mohra xwe li dîrokê daye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Li îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava salekê de gelek xwepêşendan hatin lidarxistin û hê jî bi awayên cur be cur berdewam dikin. Çirûska serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, veguherî serhildanên gelan. Di 14’ê îlona 2022’an de polîsên îranê ji ber biryarên hişk ên desthilatdariyê Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizê li Tehranê qetil kirin. Ji wê rojê û pê ve gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildanan kirin û hê jî bi awayên cur be cur didomin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb û Suryan diyar kirin ku ew piştgirî didin serhildanê û dengê xwe bi dengê wan re dikin yek.

‘Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî cîhan hejiya’

Berdevka Kongra Star a bajarê Hesekê Helebça Ebdo serhildana Îranê pîroz kir û wiha got: “Gelek jinên leheng ên wekî Zîlan, Sara, Bêrîtan, Besê û bi hezaran jinên ku îro li çiyayên Kurdistanê di çeperên herî pêş de li ber xwe didin hene. Jinên wekî Sara Tolhildan û Rûken Zîlan bi ronahiya dilê xwe dirûşma Jin Jiyan Azadî gihandin lûtkleya herî bilind. Jîna Emînî bû kabûsa pergala hêzên desthilatdar a îranê. Bi qêrîna xwe ji dirûşma Jin, Jiyan, Azadî yekitiya jinan a cîhanê da avakirin û li hemberî zilm û zordariyê îro li gelek welatan serhildan hene. Em wekî tevgera jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî didin serhildana Îranê û bawer in ku serhildanên jin pêşengiya wan bikin dê serkeftî bin.”

‘Serhildana ku jin tê de pêşeng bin bi ser dikeve’

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Bajarê Hesekê Şam Qiryo teqez kir ku ew piştgiriyê didin serhildanên jin pêşengiya wan dikin û wiha axaftina xwe domand: “Serhildana ku li Îranê pêk hat encama serkeftina jinan û pêşengiya wan a di Şoreşa Rojava de ye. Jinan di vê şoreşê de xwe îsbat kirin û bi hêz û îradeya xwe bandorê li tevahî jinên cîhanê kirin. Serhildana Îranê li dijî zihiyeta koletiyê çêbû. Vê zihniyetê li Îranê pêşî li jinan digre.”

‘Me hêz û îradeya xwe ji jinên Kurd girt’

Endama Kongra Star a pêkhateyên Ereb Cemîla Hesen diyar kir ku jinên Kurd ji bo hemû jinan sembola azadiyê ne û axaftina xwe wiha domand: “Me jinên Ereb hêza xwe ji jinên Kurd girt, di şexsê jinên Kurd de me îradeya xwe zindî kir û ji bo azadî û bidestxistina mafên xwe, me kar û xebat dan meşandin. Em weke jinên Ereb serhildana li Îranê pîroz dibînin û piştgirî didin. Ev sedsal sedsala azadiya jinan e, ji bo ku em bi azadî mohra xwe li dîrokê bixin pêwîst e em di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de xwe kûrtir bikin û xwedî li vê felsefeyê derkevin. Bêguman ev felsefe ji ber xwe ve nehatiye xwediyê wê Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan e.”

‘Bi pêşengiya jinên Kurd Jin Jiyan Azadî bû dirûşma cîhanî’

Ji koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo teqez kir ku hêzên desthilatdar di şexsê Jîna Emînî de xwestin jinên Kurd tune bikin û wiha axaftina xwe domand: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî bersivek ji hêzên qirker re ye ku îro hemû jinên cîhanê ji her pêkhateyê, di bin vê dirûşmê de xwe perwerde û birêxistin û zana dikin. Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje ‘Civaka ku jin tê de azad nebin ew civak ne azad e, şoreşa ku jin tê de cih negirin, ew şoreş bi ser nakeve’ îro em dibînin jin pêşengên avakirina jiyana azad in ji bo tevahî civakê dixebitin. Ev nîşan dide ku jin bi hevgirtina xwe û yekitiya xwe dê civakek azad û wekhev bide avakirin. Jinan bi pêşengiya jinên Kurd dirûşma Jin Jiyan Azadî kirin dirûşma cîhanê.”

Hediya Şemo axaftina xwe bi van gotina bi dawî kir: “Îro li tevahî cîhanê li dijî jinan sîstem û planek qirkirinê tê meşandin çi jinên Êzidî, çi Kurd, çi Ereb, çi Suryan û çi jî Ermen be. Her kesê dît çawa fermanê li serê jinên Êzidî rakirin û xwestin wan qir bikin, civaka Êzidî di pişaftinê re derbas bikin. Ji bo ku em bikaribin bibin bersiv ji van planan re pêwîst e em hevgirtin û yekitiya xwe xurtir bikin. Pêwîst e em dirûşma Jin Jiyan Azadî bigihîjînin lûtkeya herî jor.”