Jin li dijî êrişan bi hêrs in: Rêxistinbûna jinan bersiv e

Bi armanca rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinan Kongra Star a Kantona Qamişloyê meşek li dar xist, di meşê de hat gotin ku dê jin her dem serkefinên mezin ji bo doza azadkirina tevahî jinan bi dest bixin.

Qamişlo – Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser pergal û jiyana jinan her wiha bi armanca xwedîderketina li nirxên şoreşa jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Kongra Star a Kantona Qamişloyê meşeke girseyî orgenîze kir. Meşa ku bi dirûşma “Rêxistinbûyîna jinan bersiva êrîşên dagirkeran e” ji çerxereya şehîdên enternasyonal dest pê kir heta goristana şehîd Delîl Saroxan berdewam kir.

Di meşa ku bi beşdarbûna endamên sazî û rêxistinên jinan beşdar bûn de, jinan wêneyên jinên pêşeng ên di êrîşên dewleta tirk de hatine hedefgirtin hatin hildan û helwestên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan dan. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl axivî.

Tu hêz nikare êdî jinan ji doz û têkoşînê vegerîne’

Şaha Xelîl êrîşên hovana yên dewleta tirk ku pergala jinan û nirxên wan hedef digre şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kombûn û helwesta jinan di vê meşa girseyî de hevgirtina me jinan bi têkoşîneke mezin ji dijminan re diyar dike. Li hemberî êrîşên ku bênavber li ser jinan tên meşandin û komploya ku heya niha li ser me berdewam dike jinan sekneke bi hêz nîşan dan. Îro li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên şoreşê tên hedefgirtin û cîhan ji xwe re temaşe dike. Ne bi saya vê şoreşê bûya niha di cîhanê tevahî de teror belav bûbû. Jinên ku di xebata xwe de bi îsrar in wê her dem serkeftinên mezin ji bo doza azadkirina jinan bi dest bixin. Dewleta tirk bila baş bizanibe ku tu hêz nikare êdî jinan ji dozaû têkoşînê vegerîne. Em ê bi Kurd, Ereb û Suryanan re xaka xwe biparêzin. Di vê merheleya niha de hevgirtina jinan esasê têkçûna hemû planên êrîşan e.”