Hêrsa jinan didome: Yekîtî girîng e

Endama Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistan Çiro Şiwanî li dijî qetilkirina Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş bertekên xwe anî ziman û got êriş nîşaneya tirsa li dijî xebat û têkoşîna azadiya jinan e.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Dewleta Tirk di 20’ê Hezîranê de bi balafirê bê mirov li gundê Til Şeîrê yê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê komkujiyek pêk anî. Di encama komkujiyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira Hevserok Leyman Şiwêş û welatparêz Firat Tûmo hatin qetilkirin. Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû. Piştî komkujiyê bertekên li hember dewleta tirk zêde dibin.

Endama Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê Çiro Şiwanî der barê hedefgirtina jinên pêşeng de axivî, bal kişand êrişên li dijî jinên pêşengên ên têkoşîna azadiya jinan û destnîşan kir ku li dijî qetilkirina pêşengên jin yekîtiya jinan girîng e.  

Tirsa ji pêşengên jin

Endama Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistan Çiro Şiwanî diyar kir ku rastiyek heye divê hemû kes baş bizanin, jin bi hêz û îradeya xwe ji bo dijmin bûye tirs. Çiro Şiwanî bal kişand jinên jêhatî û bi îrade û têkoşer ji aliyê dewleta tirk ve bûne hedef û wiha got: “Hedefgirtina Leyman Şiwêş şahidê wê yekê ye ku dijmin çav berdaye ser xebatên jinê. Leyman Şiwêş ev çend sale li Başûrê Kurdistanê berpirsa Kongra Star bû û bandor li ser jinên Başûrê Kurdistanê hêlaye.”

‘Em ê xebatên wan bidomînin’

Çiro Şiwanî di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Qetilkirina Nagîhan Akarsel, Leyman Şiwêş û azadîxwazên din me na tirsine, em ê xebatên xwe hîn xurtir bikin û em soza xwe dûbare dikin ku emê li ser vê xetê bimeşin. Ji ber ev berpirsyartiya li ser milê meye, niha şoreşa jinan bi taybet li Başûrê Kurdistanê divê jin pêşengtiya şoreşê bikin û jin bingehê civakê ye.” 

Li dijî qetilkirina pêşengên şoreşê banga yekîtiya jinan

Çiro Şiwanî li dijî êrişan bal kişand yekîtiya jinan û wiha bidawî kir: “Leyman Şiwêş têkoşînek dûr û dirêj meşand. Jinek bi xwe bû û xwedî kesayetek xûrt bû. Di çalakî, kombûn û serdankirinên jinên de moral dida. Her peyvek şîroveyek ya xwe hebû. Leyman Şiwêş, Nagîhan Akarsel xwedî kesayetek efsanevî bûn. Divê em jin li ser rêya Leyman Şiwêş û şoreşgerên ku canê xwe ji bo azadiyê feda kirin bimeşin. Divê em weke wan xebat bikin, ji bo arambûna ruhê wan divê rêya wan berdewam bikin, daku jin azad bibe. Tişta yekem divê jin biçin gel hev û yekgirtî bin, ji ber yektiya jina ji bo dijmin metirsiye. Ji ber bi yekitiyê jin wê bikarin li beramberî dijmin rawestin.”