Destxetên bi hezar salan ji aliyê lêkolînerên jin ve tên parastin

Di çarçoveya projeya ji aliyê Komeleya Eyes on Heritage ve hat amadekirin de, 9 lêkolînerên jin ên Filistînê nivîsên ku ji tesawifê heta felsefeyê xwedî qadek berfireh in, destxetên bi hezaran salan hatin rastkirin û arşîvên wan ên dîjîtalê tên çêkirin.

RAFIF ESLEEM 

Xeza- 9 lêkolînerên jin ên ku li Filistînê hatin ba hev, destxetên dîrokî, tesewuf, erdnîgarî, felesefe û nivîsên di gelek qadan de hatin nivîsîn, destxetên kevin rast dikin û projeyên ku armanc dikin ji nû ve bidin qezenckirin bi pêş xistin. Ev destxetên ku girêdayî çandên cuda û şaristaniyên cuda diyar dikin wê dîroka Rojhilata Navîn biteyîsîne.

‘Demboriya belgeyan digihîje bi hezaran salan’

Dîroktora Eyes on Heritage û şêwermenda projeyan Haneen Al- Amsî ev salên dirêj e destxet û belgeyan kom dike diyar kir ku hinek ji nivîsên destxet ji kesên bi nav û deng û malbatan peyda dike û hinekan jî aliyên malên kevin û hinekan jî ji pirtûkxaneyan peyda dike. Der barê nivîsên destxet de Haneen Al- Amsî axivî û got:

“Bi dehan nivîsên di dema Osmaniyan de hene, kesê nedîtin zanyariyên girîng ên di qadên weke felsefe, perwerde, xwendin, rexne, dîrok, erdnîgarî, edebiyat, cenet, tesewif, ol, fikir, werger jî di nav de.” Haneen Al-Amsî da zanîn ku di sala 2019’an bi alîkariya fakulteya zanistê ya Xezayê, Komele û destxetên kare dîyanetê û serokatiya daîreya berhemên kevin û ji aliyê destxet û ofîsa Arkeolojiyê di nav projeyek weke vê dabû, xebata ku dikirin xistin medyaya dîjîtal û bi vî awayî xwe gihandin gelek kesan lê bele ji ber tîmek ku têrker nîn e ev jî dibe asteng û got: “Demboriya belgeyan digihîje bi hezaran salan.”

‘Komkirina arşîvê ji 4 merheleyan derbas dibe’

Lêkolîner Raneem Shaaban xebatên komkirina nivîsên destxet, paqijkirin û rastkirinê dide meşandin û destnîşan kir ku beriya dest bi xebatê bike destên xwe dişo ji ber ku xetayek herî biçûk zirarê dide belgeyê û wiha got: “Demboriya belgeye digihîje bi hezaran salan, ji ber vê jî em bi awayekî gelek baldar nêz dibin. Xebatên me, li hevanîna wê di çar merheleyan de tê kirin, dema ku pirtûk digihîje me, em kontrol dikin, mûman dixin nav pelên wan. Ger di metnê de pelên kêm hebe, tê paqijkirin, em bi alkolê paqij dikin. Karbon û hesin bi sungerek zirav em zuha dikin. Em baş paqij dikin piştre der barê pirtuk û belgeyê de navê nivîskar, mijar, sala weşandinê yan jî dema ku hatiye nivîsandin rapor û zanyariyên taybet tên nivîsîn. Piştre di pêvajoya arşîvê de dixin qutiyên bê asît û herî dawî dixin dolabên hesin.”

‘Hemû belge di qada dîjîtalê de pêşkêşî cîhanê tên kirin’

Lêkolîner Duaa Duwaima ku xebatên arşîvkirinê dimeşîne, hemû belge û destxetan yek yek fotoyên wan dikşîne bi şîrketek taybet ji aliyê UNISCO’yê ve tê bikaranîn û bi taybetî li Xezayê di vî alî de xebata yekem girêdayî arşîva dîjîtal Eyes on Heritage arşîvkirinê dikin. Belgeyan di qada dîjîtal de pêşkêşî hemû cîhanê dikin.