Li Îranê tundiya mêr: Herî kêm 11 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

Di meha Hezîranê de li Îranê herî kêm 11 jin hatin qetilkirin, 6 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 3 zarok hatin qetilkirin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman wek 'întîxar' hatin qeydkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê dema ku qetlîamên jinan zêde bûn, mirina bi guman weke 'întîxar' hat qeydkirin. Ji ber polîtîkayên baviksalarî û li dijî jinê, qanûn, zewaca bi darê zorê, zewaca zarokan, zêdebûna xizaniyê, kêmbûna jiyana civakî, zextên ewlekarî û civakî, kêmbûna kar, rêveberiya nebaş a welat û gelek sedemên din, jin di şert û mercên nebaş de dijîn.

Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin di meha Hezîranê de herî kêm 11 jin hatine qetilkirin, 6 jin jî bi guman mirine, her wiha herî kêm 3 zarok hatine qetilkirin û 3 zarok jî bi guman mirine. Hin mirinên bi guman wek 'întîxar' hatinw qeydkirin. Jin li ser navê 'namûsê' hatin qetilkirin. Sûcdar bi gelemperî yên herî nêzîk bûn. Nebûna cezayên astengkirinê li welat jî yek ji faktorên herî girîng ên ku komkujiya li ser jinan û şîdetê zêde dike tê dîtin.

Der barê qetlîamên jinan û mirinên bi guman ên meha Hezîranê de hin agahî wiha ne:

*Di serê meha Hezîranê de li qada bajarê Zencanê mêrekî 40 salî bi çekê xizma xwe ya 23 salî qetil kir.

*24'ê Gulanê: Xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê li nêzî Qada Azadiyê di çenteyê werzişê de termê jineke dît ku bedena wê xera bûye. Li gor nûçeya ku hatiye belavkirin, hat diyarkirin ku temenê wê jin nêzîkî 25 salî ye û welatiyê Efxanistanê ye.

*30 Gulan: Munira Nourikia li Girtîgeha Vakil Abad a Meşhedê hat îdamkirin.

*30 Gulan: Li bajarê Dehgolanê Prasto Şahbazî ya 18 salî ku di 12 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin, ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.

*1 Hezîran: Li eyaleta Zencanê Leyla Golî Daşîrî ya 18 salî ji aliyê mêrê ku pêşniyara wî ya zewacê red kir ve hat qetilkirin.

* 2 Hezîranê: Zaroka 10 salî li taxeke rojavayê Tehranê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku zarok ji pencereya mala xwe ketiye xwarê.

*3'ê Hezîranê: Li bajarê Dîwandereyê, Rojîn Azîmî ya 17 salî ji aliyê birayê xwe yê mezin ve bi navê 'namûsê' bi awayekî hovane hat qetilkirin.

*3 Hezîranê: Şakîla Xulamî ya 15 salî ku li Kirmaşanê rûdinişt bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku malbata Şakîla Gholamî xwestiye bi zorê wê bizewicîne, mirina bi guman a zarok weke 'întîxar' hatiye nivîsandin.

*3 Hezîranê: Li Îlamê mêrê 68 salî keça xwe qetil kir.

*9'ê Hezîranê: Mirina bi guman a Darya Hoşengiyê 19 salî ya li gundê Todarote yê Sine dijî jî weke 'întîxar' hat qeydkirin. 

*12 Hezîranê: Li Kirmanê dayîk û zaroka wê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hat îdiakirin ku dê û zaroka wê ku tê îdiakirin ji pirê xwe avêtine, ji ber xizaniyê întîhar kirine.

*14 Hezîranê: Dayika 2 zarokan Madîa Xelîlzade ya ji Salmasê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*16 Hezîranê: Li bajarê Estehbanê jineke 31 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ye ve bi çekê hat qetilkirin.

*18 Hezîranê: Li Tehranê jinek 27 salî, lawên wê yên 3 û 6 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hatin qetilkirin.

*19 Hezîranê: Jina ciwan a ku li Tehranê şampiyona şetrencê bû, ji ber ku ji mafê jiyanê bêpar ma, ber bi întîharê ve hat birin. Di encama mudaxeleya tîmên tenduristiyê de jina ciwan rizgar bû.

*Li gundê Mîrkî yê Sane jinek bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Hat îdîakirin ku jina ciwan Farsîm Ebadî ya 19 salî ji pira Şalman Saneh avêtiye jiyana xwe ji dest daye.

* Jineke ciwan a 33 salî ya ji bajarê Neyşapurê ku dayika 2 zarokan bû, dema ku ji ber qanûna qedexekirina kurtajê li Îranê hewl dida ducanîbûna xwe ya sêyemîn bi dawî bike, ji ber xwînrêjiya zêde û dereng çûna nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

*Matina 8 salî ya ku li Karazê ku îşkenceya giran lê hat kirin, hat qetilkirin.

*Hat îdiakirin ku malbata welatiya bi navê Fatemê Moradî ya 23 salî ku ji gundê Sancawî yê bajarê Delfanê di bin navê 'namûsê' de wê qetil bike, lê jina ciwan ji bo ku ji vê yekê dernekeve ber bi întîharê ve hatiye birin.

*Nesîm a 35 salî ku li Tehranê rûdinişt, ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû bi amûra birrînê hat qetilkirin.