Jin dixwazin êrişên dewleta Tirk raweste

Jinên ku li gundên sînor dijîn êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ew dixwazin li ser axa xwe bi ewle bijîn.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Minbic – Jinên li gundewarên rojavayê bajarê Al Bab ku Meclîsa Leşkerî ya Babê rizgar kiribû, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî şermezar kirin û got, “Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn û ji Tirkiyê û çeteyên wî hesab bixwazin.”

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li sînorên Minbicê êrişên li dijî gundewarên bajarê Al Babê ku ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê ve hat rizgarkirin, dijwar kirin. Di êrişan de malên gel hatin hilweşandin, gelek kes jî jiyana xwe ji dest dan.

Naîma Al-Alî ku dema hîn bû zarokên wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin felc derbas kir, derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî gundên Minbicê de wiha got: “Rewşa me pir trajîk e. Di dema bobebaranê de ez nikarim derkevim derve. Em ji şer û mirinê westiyan. Em dixwazin bi aştî bijîn. Edî em tehemul nakin ku zarokên xwe wenda bikin. Dema DAIŞ van deran dagir kir min du zarokên xwe wenda kir. Dema ku min mirina zarokên xwe bihîst ji xemgîniyê felc derbas kir. Êdî nikarim bimeşim û bê taqat ketim.”

'Em naxwazin axa xwe biterikînin’

Bajarokê Al Arîma ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê li bejahiya rojhilatê bajarê El Babê yê dagirkirî ye, di sala 2016’an de ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê ve hatibû rizgarkirin. Emîne Al Casim a ji bajaroka Al Arîma ya gundewarên rojhilatê bajarê Al Babê yê dagirkirî ye jî wiha got: "Ji dema êrişên leşkerî yên li ser xeta sînor dest pê kir em di bin şert û mercên trajîk de dijîn. Di encama bombebaranê de zarokên me ditirsin û paşê nexweş dibin. Em naxwazin axa xwe terk bikin. Em dixwazin di nav aramiyê de bijîn û li welatê xwe bimînin."

'Em dixwazin bi ewle bijîn'

Wadha Salih Al-Othman ê ji bajarokê Al-Arîmayê got, "Em êdî nikarin tehamulî bûyerên diqewimin bikin. Em dixwazin bombebaran rawestin. Em dixwazin di malên xwe de bi ewle bijîn. Serkeftin wê her tim ya me be."