Ji Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu bang li rojnamegeran

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo rûniştina doza yekem ya 16 rojnameger ên ku wê di 11’ê Tîrmehê li Amedê bê dîtin bang li hevpîşeyên xwe kir û got: “Em rûmeta rojnemgertiyê bi qêrînin.”

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsina ku navenda wê Enqere hatibû destpêkirin de li 15 bajaran operasyon pêk hatin û di nav de hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu ku di roja azadiya çepemeniya cîhanê 3’ê Gulanê hatî girtin, 16 rojnameger hatin girtin. ji bo danaşîna dozê ku wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin banga tevlibûna rûniştinê kir.

Di banga Dîcel Muftuoglu ku li gortîgeha jinan a girtî ya Sincanê de ev tişt hate gotin:

“Li Tirkiye azadiya fikir, raman û çapemeniyê her diçe xera dibe. Ceza, sansûr û astengiyên li pêş rojnamegeran xebatan tîne asta rawestandinê. Li gorî daneyên rêxistinên pîşeyî; tenê di meha Hezîranê de di hefteya destpêkê de bi hezaran nûçe hatine astengkirin, qedexekirin û sansûrkirin. Sala borî desthilatdariyê qanûna sansure xist meriyetê û bi vê qanûnê re tabloya heyî hîn bêtir giran bûye. Ya rast ji pêkanînên desthilatdariyê re qilif hatine çêkirin. Desthilatdarî bi destê daraz û hêzên ewlehiyê di her pêngavê de êrişê rojnamegeriyê dike. Aliyê herî tarî yê vê tabloyê rastiya rojnamegerên girtî ava dike. Di raporên DFG yên mehan de hejmara rojnamegerên girtî her diçe zêde dibe. Li gorî van daneyan 90 rojnameger hatine girtin. Bi van girtinan hewl didin ku rojnamegeran bitirsînin.

 Ez bang li parêzavanên mafê mirovan dikim

Di hezîrana 2022’yan de 20 hevalên me hatin binçavkirin. 16 rojnameger hatin girtin. Safiye Alagaş ji ber dosya wê hat cudakirin ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Di 11’ê Tîrmehê de wê 15 jê girtî 18 hevalên me derkevin pêşberî dadger. Saleke ev hevalên me girtîne. Wê derkevin pêşberî dadger û zîhniyeta ku wan bidarizîne, wê bê  darizandin. Hevalên me dema hatin girtin ji Stenbol, Enqere, Amed piştevanî hat nîşandan.

 Ez bang li hemû rêxistinên pîşeyî, parêzvanên maf, dikim ku di 11’ê Tîrmehê de li ber Edliya Amedê bên gel hev û bi yek dengî bêjin ‘Em ji rojnameger û rojnamegeriyê re azadiyê dixwazin’. Ji bo parastina rûmeta rojnamegeriyê em biqîrin. Em bi hev re ji bo xilaskirina rojnamegeriyê biqirîn.”