Ji bo xebatkarên jin ên Baroya Wanê biryara betlaneya reglê

Baroya Wanê daxuyaniyek da û ragihand ku biryar hatiye dayîn ku mehê rojekê betlaneya reglê bidin jinên xebatkar.

Navenda Nûçeyan – Baroya Wanê, biryar da ku mehê rojek ji xebatkarên endamên baroyê re betlaneya regl bê dayîn. Baroyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev biryar eşkere kir, di daxuyaniya baroyê de wiha hat gotin: "Dê wekheviya zayendiya civakî, di encama polîtîkayên ku taybetmendiyên xwazayî ên jin xwedî ne ji nedîtî ve tê û pêkanînên ku hemû hebûna jinê li ber çavan digirin, dê bê jiyîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Baroya Wanê ku di qada mafên jinan de têkoşîn dimeşîne, di heman demê mafên xebatkarên jin ên li baroyê dixebitin jî çavderî dike. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi biryara ku me di civîna lijneya di dîroka 6’ê Kanûna 2022’an de girt, li gorî xala 76’an a Qanûna Parêzgeriyê, ji ber pêwîstiya pêkanîna xebat û prosedurên ji bo misogerkirina wekheviya zayendiya civakî, me biryar da ku ji jinên li Baroya Wanê dixebitin mehê rojekê di rojekî xebatê de dikarin ‘Destûra Regil” bikar bînin. Em bi zanebûna girîngiya biryarên heman rengî di başkirina şert û mercên xebatê yên jinan de, hêvî dikin ku di hemû saziyên din de jî qada pêkanîne bê dîtin.”